Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Qadên berxwedanê veguherîn qadên têkçûna dewleta tirk’

Gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin wiha gotin: “Bila her kes zanibin ku hêz û derfetên me hene ku em li dijî êrîşên hovane yên artêşa tirk bi rê û rêbazên cuda li ber xwe bidin.”

Gerîlayên HPG’ê ji Ajansa ANF’ê re qala berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk kirin.

Zerdeşt Zinar diyar kir ku ew li dijî dijmin têkoşîneke mezin dimeşînin û wiha got: “Bawer im ku di dîrokê de berxwedaneke bi vî rengî nehatiye dîtin. Em li dijî artêşeke dagirker, li dijî hovîtiya vê artêşê û çekên kîmyewî li ber xwe didin. Bila her kes zanibe ku hêz û derfetên me hene ku em li dijî her cûre êrîşan bi rê û rêbazên cuda li ber xwe bidin. Lê belê gelê me jî ji bo bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî çekên kîmyewî bi dawî bike têkoşîna xwe mezin bike.

Artêşa tirk a dagirker ji bo me tune bike gelek cûreyên çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi teqemeniyên ku li herêmê bi cih dike dixwaze vê bike. Lê belê ev dijmin çi dike bila bike nikare şopên hovîtiyê veşêre. Heta niha saziyên pêwendîdar bêdeng man. Bêguman ev bêdengî tê wateya hevkariyê.”

Qadên berxwedanê veguherîn qadên têkçûna dewleta tirk

Aram Hêvî jî bal kişand ser operasyonên şerê taybet ên medya desthilatdariyê.

Aram Hêvî ragihand ku operasyonên dewleta tirk ên sala 2021’ê yên ji bo dagirkirina bakur û başûrê Kurdistanê bi temamî hatin têkbirin û ev tişt anî ziman: “Gerîla li başûr û bakurê Kurdistanê şerekî mezin dike. Gelek operasyonên li Bakur hatin rawestandin. Artêşa tirk li Başûr bi piştgiriya civaka navneteweyî 7 meh in operasyona dagirkeriyê dimeşîne, lê encam bi dest nexist. Artêşa tirk ku li hemberî berxwedana gerîla bêencam ma û bi teknîkê jî bi ser neket, li herêmên şer dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Li Mamreşo, Zendûra, Werxelê, Girê Sor û Girê Kartal hevalên me bi van çekan şehîd xistin. Her yek fermandarên vî şerî bûn. Bi sekna fedayî qadên berxwedanê li artêşa tirk veguherandin qada têkçûnê.

Weke gerîla em li ser rêbaz û taktîkên şer gelekî rawestiyan. Em tim xwe bi pêş dixin. Ev yek xwe di çalakiyên gerîla de jî nîşan dide. Encamên projeya jinûve avabûnê ya biryargeha me aşkera dibin. Her taktîka artêşa tirk têk diçe. Artêşa tirk ji bilî hovîtiyê nikare tiştekî bike. Ev hovîtî ji xwe di dîroka wan de heye. Bêguman ev hovîtî dê bibe dawiya wan.

Pêvajo pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî ye. Gelê me her tim ji bo me bû çavkaniya hêzê. Em bi gelê xwe hene, gelê me jî bi me. Divê gelê me yê li Ewropayê di vê pêvajoyê de qadan vala nehêlin. Gelekî girîng e ku zextê li sîstemê bike. Ev sîstem bi her awayî êrîşî me dike. Li Kurdistanê gelek polîtîkayên cuda hene. Her dagirker bi rengekî cuda êrîşî gelê kurd dike. Ruhê raperînê yê salên 1990’î êdî divê bi cih bê anîn. Ev yek dikare sîstema qirkirinê têk bibe û bi şerê gel ê şoreşgerî em dikarin welatê xwe azad bikin. Em careke din soz didin ku ji bo gelê kurd û civakên Rojhilata Navîn heta serketinê şer bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar