Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Qadên Newrozê bûn goristana faşîzmê

Mehmet Şahîn |

Gelê kurd serkeftina berxwedana xwe ya 6 salan a li dijî şerê topyekun ê faşîzma desthilatdariya AKP-MHP’ê di qadên Newrozan de mîsoger kir.

Pêvajoya şerê topyekun bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê yê 28’ê Sibatê 2015’yan dest pê kiribû. Erdogan û hevalbendên xwe di tasfiyekirina Tevgera Azadiyê de, di teslîmgirtin û çongdanîna civaka kurd de gelek bi xwe bawer bûn. Dixwestin tiştê ku sed sal in hikûmetên beriya wan nekaribûne bikin ew bikin û weke lêheng navê xwe di rûpelên dîrokê de qeyd bikin. Piştî têkçûyîna xwe ya yekemîn a hilbijartinên 7’Hezîrana 2015’an şerê xwe yê topyekun bi hemû dijwariya xwe xistin meriyetê. Temenê desthilatdariya xwe bi têkçûyîn û çongdanîna civaka kurd ve girêdabûn.

Beriya ku şer dest pê bike Erdogan gotibû ‘dê ev şer neşibe şerên berê’ bi rastî jî neşibiya şerên berê. Şereke bê pîvan, bê nirx û bê exlaq hat meşandin. 12 Bajar û navçe bi ser kurdan de hatin rûxandin. Di komkujiyên xwe de sînor nasnekirin. Li gel qirkirinên fîzîkî qirkirinên siyasî jî bênavber berdewam kirin. Şaredariyên ku bi vîna civaka kurd hatibûn bisdestxistin hemû bi destê qeyûman hatin xespkirin, şaredar û wekîlên kurdan jî di nav de bi deh hezaran siyasetmedarên kurd bê sûc, bê gunah avêtin zindanan.

Di 12’ê Mijdara 2016’an de wezîrê karên hundir S.Soylu di daxuyaniya xwe de soza namûs û şerefê dabû civakê dê heta meha Nîsanê PKK’ê biqediya û dê careke din tu kesî navê PKK’ê bilêvnekira. Li gel bikaranîna hemû rê û rêbazên şerê kirêt ên bêpîvan ew soza ku Soylu li ser “şeref û namûsê” dabû nehat cih. Bi ser de yê ku herî zêde navê PKK’ê bilêv kir û dike Soylu bi xwe bû.

Ya herî girîng, ji ber ku hebûn û temenê desthilatdariya xwe bi serkeftina şerê xwe yê topyekun ê li dijî kurd ve girêdabûn her ku civaka kurd li ber xwe dida, her ku şer dirêj dibû, ew gav bi gav ber bi têkçûyîneke topyekun ve diçûn. Bi têkçûyîna wan a siyasî û aborî re gav bi gav pergala dewletê jî dirûxiya. Her ku têkçûyîna wan kûr dibû derûniya wan û tenduristiya aqilê wan jî xerabtir dibû.

Ji bo têkçûyîna xwe binixumînin û çîrokeke serkeftinê ya derewîn ji xwe re binivîsin di 17’ê Hezîrana 2020’an de operasyona dagirkirina başûrê Kuridistanê dan destpêkirin. Lê ew operasyona wan jî li Heftanînê bi berxwedaneke bêhempa hat pêşwazîkirin. Şervanên kurd bi berxwedana xwe ya destane destûr nedan miradê wan here serî û li wir asê man. Derew be jî nekarîn mizgîniyeke serkeftinê biafirînin.

Di vê pêvajoya ku di herî warî de bi têkçûyînên mezin re rûbirû mane û di tengavbûneke mezin de dijiyan de bi qasê nan û avê pêdiviya wan bi çîrokên serkeftinan hebû, pêdiviya wan bi “mizgîniyan” hebû. Erdogan di 8’ê sibatê roja duşemê de got roja çarşemê teqez li min guhdarî bikin. Dê mizgîniyên min ên girîng ji we re hebin. Di 10’ê Sibatê de roja çarşemê em bi operasyona Garê hişyar bûn. Hat fêmkirin ku mizgîniya Erdogan weke her carî dîsa komkujiya kurdan e. Dê mizgîniya têkçûyîna kurdan û dagirkirina Kurdistanê bida civaka xwe. Lê weke her carî dîsa şervanên kurd her yek bûn Rustemê Zal û derketin pêşberê wan û mirad û mexsedê Erdogan di çavan de hiştin.

Weke ku serfermandarê Tirkiyeyê yê berê Yaşar Buyukanit di operasyona Zapê ya 21’ê Sibata 2008’an de gotibû “wekî ku mirov ji nava rûn mû bikişîne me hêzên xwe ji qadê vekişandin” vekişîna ji qadê ji bo xwe serkeftina herî mezin dîtibû, hêzên taybet ên herî bijareyên ku ji bo “mizgîniyê” çûbûn Garê di nîvê şeva 14’ê Sibatê de ji nişkeve bi reva rev paşve vekişiyan û xwe ji hezîmeteke herî mezintirîn rizgar kirin. Ji bo wan jî paşve vekişîn bû serkeftina herî mezin. Erdoganê ku gotibû roja çarşemê teqez li min guhdarî bikin nekarî derkeve pêşberê raya gîştî. Roj li ser rojê derbas dibûn lê mizgîniya ku Erdogan gotibû li bendê bin nedihat. Di 15’ê Sibatê de di kongreya partiya xwe ya bajarê Rîzeyê de cara yekemîn Erdogan li xwe mikûr hat ku di operasyona xwe de biserneketine.

Li xwe mikûrhatina Erdogan êş û jana têkçûyînê ya di dilê wî de kûrtir kiribû, hêrs û kerba wî ya li dijî civaka kurd zêdetir kiribû. Weke dijmînê sondxwarî ji bo rojek şad û bextewar bi kurdan nede jiyîn dê hemû rê û rêbazên kirêt biceribanda. Çi ji destan bihata dê bikira.

Operesayonên xwe yên qirkirinên siyasî dorfirehtir kirin. Xwestin weke her carî bin navê hestên neteweyî de li dijî civaka kurd û HDP’ê di meclîsê de eniyeke nîjadperest ava bikin û têkçûyîna xwe binixumînin û siyaseta kurd tasfiye bikin. Lê cara yekemîn partiyên din neketin vê defikê. Erdogan weke berpirsiyarê têkçûyînê hat îlankirin û hesab jê hat xwestin. Berxwedana civaka kurd û helwesta muxalefetê yê hesabpirsîner Erdogan dîn û har kir.

Civaka kurd bi coş û kelecana serkeftina berxwedana Garê amadekariyên pêşwazîkirina cejna xwe ya qedîm Newrozê dikir. Erdogan û hevalên xwe jî ji bo şikandina coş û kelecana pîrozbahiyên Newrozê di nava hewldanên xwe yên kirêt de bûn. Di 14’ê Adarê de derbarê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd agahiyek di medya civakî de parve kirin. Li gel hêrs û berteka civaka kurd û hemû hewldanên parêzer û malbatê ji bo rakirina wan îdiayan destûra hevdîtineke rûbirû nehat dayîn. Bi ser de di 17’yê Adarê de dawî li wekîltiya wekîlê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu anîn û di heman rojê de ji bo girtina HDP’ê bi destê serdozgeriyê doz vekirin. Bi kurtahî ji bo şikandina vîn û baweriya civaka kurd, ji bo şikandina coş û kelecana Newrozê çi ji destê wan hat kirin.

Piştî van kiryarên xwe yên derhiqûqî û hovanê li bendê bûn êdî tu kes neçe qadên Newrozan û ew jî wêneyên qadên vala bikişînin, ji cîhanê re serwîs bikin û bibêjin gelê kurd dest ji Tevgera Azadiyê, ji HDP’ê û ji têkoşîn û berxwedana xwe ya azadiyê berda ye û ji xwe re pê şad û bextewar bibin. Bi wê hêvî û bendewariyê bi awayeke nedîtî li 30 bajêr û 61 navçeyan destûra pîrozbahiyan dan.

Hemû dost û dijmin dizanin ku Newroz ne cejneke ji rêzê ye. Cejna vejînê ye, cejna hebûnê ye, cejna têkçûyîna zilm û zordariyan û mirina Dehaqan e. Di heman demê de sekna civaka kurd a li dijî pêvajoyê û nexşerêya têkoşîn û berxwedanê ya salane di Newrozan de tê diyarkirin. Lewre çavên dost û dijminan her sal li ser pîrozbahiyên Newrozan in. Bi taybet jî li ser pîrozbahiyên Newrozên kelheya berxwedanê, wargeha agirê sê niftikên Mazlûm Dogan Amedê ne.

Zext û zordariyên dijwar hebûn, qirkirinên siyasî hebûn, şert û mercên pandemî yên dijwar hebûn. Lê ji bo civaka kurd roja bersiv dayînê bû, roja hesabpirsînê bû, roja hebûn û tunebûnê bû, roja bi cih anîna erka dîrokî bû, roja bi tîpên zêrîn nîgarkirina rûpeleke dîrokî ya nû bû. Berdêl çi dibe bila ew be, hewce bû “encam muhteşem” bûya.

Bi wî biryardariyê û bi wê zanebûnê roja Newrozê di saetên sibehê de li seran serê Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê bi milyonan kurd li gorî wateya wê ya dîrokî, bi ruhê azadî û serhildanê berê xwe dabû qadên Newrozan. Bi taybet gelê Amedê bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî, bi ruhê agirê sê niftikên Mazlûm Dogan weke lehiya biharê herikî qada Newrozê û weke her salî dîsa bi sed hezaran kesî qad dagirtibû.

Civaka kurd li qadan bi yek dengî got; ‘serokê min ji bo min xeta sor e, azadiya wî azadiya min e, tecrîda li ser wî tecrîda li ser mine, di her şert û mercî de ez ê bi wî ve girêdayî û li ser şopa wî ber bi azadiyê ve bimeşim. Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd tenê û tenê ew e.’  Her wiha got; ‘HDP vîna mina siyasî ye. HDP ez bi xwe me. Bi girtina HDP’ê ez nayêm girtin. Tu yê tu carî nekaribî vîna min teslîm bigirî. Di çanda min de li ber zilmê çongdanîn tune ye.’ Ya herî girîng jî got; ‘Bersiva ku lêhengên min bi salan in didin û herî dawî li Heftanîn û Garê dane te ji bo min esas in û dê bersiva min jî tu caran ji ya wan kêmtir nebe.’

Civaka kurd roja Newrozê bi sekneke qedîm, bi bersiveke dîrokî hêvî û bendewariyên desthilatdariya Erdogan ên qadên vala pûç kirin û qad kirin goristana faşîzma wan. Çawa Nînova bi agirê Kawayê Hesinkar bû goristana Dehaq û zilma wî, qadên Newrozan û bi taybet qada Newroza Amedê jî bû goristana dehaqên hemdem û zilma wan.

Desthilatdariya tirk di sala 1930’an de li qontarên çiyayê Agirî gotibûn “me Kurdistana xeyalî bi şertê ku careke din ranebe li vir kir tirbê” Civaka kurd jî di Newroza 2021’an de bi şertê ku tu caran faşîzma wan li Kurdistanê bi sernekeve li qadên Newrozê kirin bin erdê.

Careke din gelê kurd nîşanê her kesî da ku wekî Rêberê Gelê Kurd gotî “Gelê Newrozê” ye. Gelê Newrozê bi sekna xwe ya qedîm tirs û xofa dilê dijminê xwe zêdetir, şadî û bextewariya dostên xwe mezintir kir. Nîşanî hemû kesî da ku têkçûyîna faşîzmê bi berxwedanê pêkan e.

Faşîzma desthilatdariya AKP-MHP’ê li Heftanînê darbeyeke giran xwarin, ji bo wê binûxîmîn êrîşê Garê kirin derbeyeke ji ya Heftanînê girantir li Garê xwarin, xwestin bi qadên Newrozên vala kêfa xwe bînin û têkçûyîna xwe ya Garê binuxumînin lê derbeya herî û herî girantir jî li qadên Newrozê ji gelê kurd xwarin. Şerê topyekunê 6 sal in li dijî kurd, bi saya berxwedana civaka kurd bû sedama têkçûyîna wan a topyekun.

Hewce ye em hemû bejna xwe li ber vê sekna gelê xwe yê qedîm û bi rûmet bitewînin û hewl bidin layiqê wê bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar