Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Qanûna înfazê ya nû, qanûna darvekirinê ye’

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe. Ji ber şewba koronayê yek ji qadên herî zêde di bin rîskê de ne jî, girtîgeh in. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewbê li girtîgehan, tevdîrên baş nayên girtin. Têkildarî girtiyan, hikûmet îro pêşnûmaya qanûna înfazê ya nû ku girtiyên siyasî dê nekarin jê sûd wergirin, pêşkêşî meclisê bike.

Der barê qanûna înfazê de parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û seroka Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Dîdar Erdem ji MA’yê re axivîn.

Parlamenter Nûran Îmîr da zanîn ku qanûna înfazê di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de derbas bû û wiha got: “Lê girtiyên siyasî li derveyî guhertinê hatin hiştin. Ev yek binpêkirina maf e û bi hezaran girtî terkî mirinê tên kirin. Muxalefet, rêxistinên civaka sivîl û baroyan ji bo ku di vê qanûna înfazê de wekhevî hebe, dengê xwe gihand cîhanê û saziyên navneteweyî jî ji bo vê daxuyanî dan. Lê AKP bi ya xwe kir. Desthilatdariya AKP-MHP’ê şewba koronayê veguherandiye firsendê. Lê em ê destûrê nedin ku AKP daxwaza xwe pêk bîne.”

‘Mafê jiyanê yê girtiyan divê bê mîsogerkirin’

Seroka TOHAV’ê Dîdar Erdem jî anî ziman ku tevlênekirina hin girtiyan a di qanûna înfazê de, binpêkirina mafê wan girtiyane û wiha domand: “Mafê jiyanê, yek ji mafên bingehîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Peymanê mafê jiyanê weke mafekê destnedayînê nas kiriye. Ger vîrûs belav bibe dê gelek girtiyên nexweş pê bimirin. Ji ber vê jî divê di qanûna înfazê de wekhevî hebe û mafê jiyanê yê girtiyan bê mîsogerkirin. Tu ferqa vê qanûnê ji qanûna bidarvekirinê cudatir nîne. Dibe ku em bi mirinên komî re rû bi rû bimînin. Em careke din bang dikin ku tevdîrên xurt werin girtin û hemû girtî bên berdan.”

‘Şewba koronayê weke firsend hat bikaranîn’

Têkildarî mijarê parlamenter Zuleyha Gulum jî ev tişt destnîşan kir: “Îktidar di guherandina vê qanûnê de li pey keysperestiyê ye. Berê dixwest efûyê derxîne. Şewba koronayê jî weke firsend bi kar tîne. Bi vekirî dibêjin; ‘Bila girtiyên siyasî di hundir de bimirin.’ A rast ev berdewamiya hiqûqa dijminatiyê ye. Di vê guherandinê de ji bo girtiyên siyasî lêpirsînên disiplînê girantir kirine û erka dadgerên înfazê zêdetir kirine. Sererastkirin, pir dûrî wijdana civakê çêkirine. Dê îro ev pêşnûma bê meclisê. Hêvîdar im AKP guh bide bertekên civakê. An jê wê encamên wê pir giran bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar