Parlamentoya Iraqê bi “Qanûna Rewşa Kesî” re dixwaze mafên jinan desterser bike û ji gelek mafên xwe bêpar bên hiştin. Li gorî vû qanûnê wû mêr weke dadger bên dîtin û li ser jiyana jinan biryarê bide. Li ser rewşa pêkanîna qanûnê di parlamentoyê de rûniştina sêyemîn pêk hat. Lê ji ber lihevnekirin û pirsgirêkên siyasî yên di navbera aliyên kurd, erebên sune û şiî de rûniştin hatin taloqkirin. Tê payin ku ger cara sêyem parlamento li ser biryara guhertina Qanûna Rewşa Kesî bicive wê bikeve meriyetê. Ji ber metirsiyên ku guhertina qanûnê bi xwe re bîne, bertekên rêxistinên jinan û civakê jî zêde dibin.
Aktivîst û parêzer Çiro Şiwanî têkildarî metirsiyên guhertin Qanûna Rewşa Kesî ya Iraqê ya hejmar 188 a sala 1959’an li ser mafên jin û zarokan axivî. Parêzer Çiro diyar kir ku ev qanûn ti wextan ji aliyê civakê ve nehatiye qebûlkirin û naveroka wê wiha vegot: “Qanûna Rewşa Kesane ya Iraqê ya hejmar 188 ya sala 1958’an ku niha di meriyetê de ye û li ser guherandinên wê dixebitin. Beriya damezirandina Dewleta Iraqê, di wê demê de desthilata Osmanî li welat desthilatdar bû. Piştî avakirina Dewleta Iraqê û di destpêka salên 1920’an de, piştî derketina destûra yekem ya Iraqê di sala 1925’an de, navê dadgeha taybet bi van mijaran ku berê wek dadgeha şerî dihat naskirin, bû dadgeha rewşa kesane. Di wê demê de ev dadgeh li gorî mezheba Caferî û Henefî karên hemwelatiyan pêk dianî. Mezheba Caferî ji aliyê Şîeyan ve û mezheba Henefî ji aliyê Sunneyan ve dihat peywirdarkirin. Ango di salên 1920’an de û di destpêka avakirina Dewleta Iraqê de dadgeh bi vî awayî dimeşiyan. Ev rewş bi pêşketina civakê re nedihate qebûlkirin. Lewma di sala 1958’an de qanûna rewşa kesane ya hejmar 188 derket û cihê Meceleya Hukmên Dadwerî girt. Ew kêmasiyên ku berê di nav kovara hukmên dadwerî de hebûn hatin çareserkirin. Vê qanûnê çareseriyên girîng pêk anîn û roleke girîng di rêxistinkirina civakê de lîst. Her çiqas guhertin û hemwarkirinên zêde li ser vê qanûnê hatin kirin ku yekemîn guhertin di sala 1963’yan de bû, piştre jî di salên 1970 û 1980’yan de dîsa hat guhertin. Heta van salên dawî jî çend zagon û made tê de hatin guhertin da ku karibe bi awayekî çêtir rêxistina civakê li gorî wan pêşketinên ku hene biguncîne.”
Parêzer Çiro Şiwanî bi lêv kir ku li gel derbaskirina vê qanûnê dê li gorî mezheban zagon bên birêvebirin û wiha axivî: “Niha jî hewl tê dayîn ku ev qanûn di parlamentoya Iraqê de bê guhertin. Ev guhertin şûna ku van kêmasiyan çareser bike dê zêdetir bike. Ango vegereke ber bi salên 1950’an wê çêbibe û wê ji mezheban re bi zagonan birêve bibin. Ev qanûn wê ji civakê re tiştek neyine. Bi vê qanûnê re dê rûtbeya mirovên oldar ji dadgehan û qanûnan bilindtir bibe. Mijara zewac, zarok û dayiktiyê de ku civak û bi taybetî jin û zarok tê de dibin qurbanî bi pileya yekem. Ev qanûn heke ku bê bicihkirin dê herî zede jin ji vê yekê neyînî bandor bibin. Çimkî dê dadgeh li gorî qanûnê mêr ê desthilatdar bê birêvebirin. Ango mêr kîjan mezhebê diyar bike jin divê li gorî mezheba hevjînê xwe tevbigere. Ew mafên ku qanûn ji jinan re diyar dike dê yekûyek bên binpêkirin.”
Çiro Şiwanî da zanîn ku ev zagone wê li ser jin, zarok û civakê pêşiya xetereyeke mezin veke û wiha domand: “Metirsiya vê qanûnê li ser jin û zarokan ku tê dîtin, yekemîn mijara zewacê li gorî mezhebê Caferî neh sal wek temenê zewacê tê dîtin. Ango li gorî mezhebê Caferî tenê gihiştina laş girînge. Lêbelê ji aliyê zanistî ve ev ne rast e. Neh sal tu caran ji bo zewacê û berpirsyariyê, ducaniyê ne temeneke guncave. Bi ti awayî ev tişt nayê qebûlkirin. Dema ku mafên jinan li gorî mezhebê hatin destnîşankirin ev xetere ye. Li gorî mezhebê zarokek piştî bû 7 salî dikare ji malbata xwe veqete. Lê belê qanûn wiha nabêjin. Li gorî qanûnan jî heta ku zarokek tê 18 saliya xwe di bin kontrola dayik û bav de ye. Her wiha li gorî qanûnê, dema ku dayik careke din bizewice, ew mafê xwe yê lênihêrînê winda nake. Tenê belgeyek ji aliyê mêrê nû ve tê îmzekirin ku ew ê mafên zarokê biparêze û berpirsiyariyê hilgire û zirarê nede zarokan. Lê mezheb wiha nabêje; dibêje ku jinek cara duyem bizewice, mafê wê yê lênihêrînê jê destê wê tê standin. Di mijarên nefeqeyê de jî li gorî qanûnê, nefeqeya jinê li ser stûyê mêr e. Lê di mezhebê de, ger mêr têkiliyên zewacê bi jinê re pêk neyîne, mafê wê yê nafaqayê tune ye. Her wiha mijara temenê zewacê dê bi xwe re pirsgirêkên cidî bîne. Ev mijar îro metirsîdariyeke mezin li ser malbat û civakê dike.”
Çiro Şiwanî, diyar kir ku parlamento li şûna ku pêşî li tundiya li ser jinan bigire, rê li ber vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parlamento li şûna ku ji bo derxistina qanûnek an çareserkirina hemû tundiyê ku jin pê re rû bi rû dimînin kar bike, em dibînin ku ew hewl dide qanûnek derxîne ku rê li ber zêdebûna tundiyê vedike. Her roj bûyerên tundiyê zêde dibin û kuştina jinan zêde dibe. Bêguman sedemê vê jî hişmendiya desthilatdar û zayendpereste. Mixabin jin qurbaniyên yekem ên vê hişmendiyê ne. Ji aliyekî din ve, ew siyaseta ku herêmê birêve dibe û dixwaze ku bêîstiqrarî di nav civakê de çêbike siyaseta modernîteya kapîtalîst e. Ji bo vê yekê jî her tim di hewldana çewisandina jinan de ye. Ji ber ku çareserkirina pirsgirêkên jinan û gihîştina jinan bi azadiya rastîn û garantîkirina jiyaneke rast civakeke bi îstiqrar û raste. Ev jî ne di berjewendiya vê pergalê de ye. Hikûmeta desthilatdar û parlamento jî hemû di xizmeta vî pergalê de ne.”
Parêzer Çiro Şiwanî daxwaz kir ku her qadên civakî li dijî vê qanûnê dengê xwe bilintir û bertekên xwe zêdetir bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Tiştê ku niha divê were kirin ji bo rêgirtina li ber bicihkirina vê guherandinê ev e ku hemû alî, bi taybetî jin, xwe birêxistin bikin. Ji ber ku eger ev qanûn warê bicihkirin wê hemû nirxên civakê bên binpêkirin. Ji ber ku her biryarek ji dadgehên Iraqê derkeve, dadgehên herêmê jî dê pê ve girêdayî bin. Berê jî mijara anîna jina duyem ku li dadgehên herêmê rê nedidan û merc hebûn, diçûn li dadgehên Iraqê pêk dianîn. Ev jî yek ji wan pirsgirêkan bû ku dadgehên herêmê pê re rû bi rû diman. Niha jî koma 188 heye ku karê baş kirine bi berxwedana li hember vê guherandinê. Bi wê hêviyê ku karê çêtir were kirin ji bo rêgirtina li ber vê guherandinê. Guncav e ku qanûn were guhertin. Lêbelê ev guhertin ne bi tunekirina jinê û hedef girtina nirxên civakê be. Ji ber wê jî ji bo ku ev guhertine paşve bê kişandin divê ku her tekoşîneke rewa bê dayin.”