Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Qanûna turbanê, kemîne ji bo jinan

Berrin Sönmez, diyar kir ku Peymana Stenbolê hê jî parçeyek ji hiqûqa navxweyî ye, pêşniyara hikûmetê ya di warê turbanê de nirxand û got:“Pêşniyar maf û azadiyan bisînor dike û dixwazin jinan li gorî xwe bi teşe bikin. Ev pêşnûmeya destûra bingehîn ji bo kesên ku xwestin xwe ji Peymana Stenbolê vekişînin e.”

 Pêşnûmeya guhertina destura bingehîn ya di bin navê turbanê de û parastina malbatê ji aliyê AKP’ê ve hat amadekirin  bi parlamenterên MHP û parlamenterekî Partiya Yekitiya Mezin (BBP) bi giştî  bi îmza 336 parlamenterî di 9’ê kanûnê de pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin. Bertekên li dijî vê didomin. Di rojên borî de AKP’ê ji bo hevdîtina duyemîn ji HDP’ê daxwaza randevuyê kir.  HDP’ê randevu qebûl nekir û piştî vê CHP û Îyî Partî jî randevu red kirin.

Aktîvîsta femînîst û nivîskar Berrîn Sonmez, der barê erêkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ya Daîreyên Dozên Îdarî ya Dadgeha Bilind û her wiha pêşnûmeya turbanê de nirxandin kir.

Li Daniştayê dersa hiqûqî hat dayîn

Berrînê da zanîn ku dema biryar ji bo temyîzê çûye Daîreyên doza Îdarî ya Dadgeha Bilind bi hêvî bûne û got: “Ji bo hiqûqa navxweyî pêk bê me serî li vê da. Ewil li Daîreya 10’emîn a Dadgeha Bilind 8 hiqûqnas hebûn û 5 heban biryara serokomar li dijî hiqûqê dîtin. Sê heban biryara serokomar di cih de dîtin. Lê bi Pêşengiya platforma EŞÎK, jinan, saziyên jinan bi jin û mêran re têkoşîn da. Derseke hiqûqî hat dayîn. Ev di dîroka Dadgeha Bilind  de li cihekî girîng cih digire. Çalakî û parastinên der barê Peymana Stenbolê de jî di cih de ne. Biryara serokomar li dijî hiqûqê ye.”

Peyman parçeyek hiqûqa me ya hundir e

Berrînê di berdewamiyê de ev tişt destnîşan kir: “Li vî welatî çi dibe bila bibe em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Em tu car dest ji têkoşînê bernedin.  Qanûna hejmar 6251 ya ku peymanê di cih de dibîne di meriyetê de ye û heta ev qanûn di meriyetê de be, Peyman parçeyek hiqûqa me ya navxweyî ye. Peywirdarên cemawerî peymanê pêk naynin, hêzên ewlehiyê û daraz  jî vî sûcî dikin. Em tenê ji lîsteya welatên alîgir derketine.  Peyman parçeyek hiqûqa me ya navxweyî ye û divê pêk bê.”

Azadiya jinan ji holê radike

Berrînê bal kişand ser Pêşnûmeya Guhertina Destura Bingehîn a AKP’ê û got: “Pêşnûmeya turbanê ne pêşnûmeyeke ku jiyana jinan dike bin ewlehiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe:“Ev pêşnûme azadî û mafan sînor dike. Jinan bi teşe dike. Kesên xwestin peyman bê fehskirin, dixwazin vê pêşnûme qanûnê bikin jiyanê. Du salên di destura bingehîn de yên 24 û 41 hev temam dikin. Ji vir ve civakek tê avakirin. Endezyariya civakî di vir de heye. Ez îtîrazê gotina ‘turbanê’ dikim. Ev navekî manîpulatîf e. Berê civakê didin vir.  Partiyên muxalefetê jî ji vê bi bandor bûne û wiha tevdigerin.”

Xala 24’an ya destura bingehîn

Berrînê balkişand ser xala 24’an ya Destura Bingehîn û got di vê xalê de kevaneka baweriyê vedibe û wiha domand: “Rayeya mudaxalekirina cil û bergên jinan didin îdareyên cemaweriyê. Em dibêjin îdara cemawerî midûrê dibistanê dikeve nav vê. Serokên daîreyan dikevin nav vê.  Ev kesên dibêjin ez ji bo jinên turbankirî li her qadê riya xebatê vedikim, di rastiyê de li gorî baweriya xwe cil û bergan li jinan ferz dikin. Gelo cil û bergên li gorî baweriya wan wê çawa bin? Tevî navbera jinan de cudakariyê dikin, rayeya mudaxalekirina cil û bergên jinan jî dide îradeyên cemaweriyê. Em li xala 41’ê binêrin, malbat heye. Behsa parastina malbatê dikin lê der barê mafên LGBTÎ’yan de tu tiştek tune ye mafên wan tune ye tên hesibandin. LGBTÎ’yan wek mirov nahesibînin û madeyeke ku ji mafê mirovan bêpar dihêle ye. Her wiha di guherîna Destura Bingehîn de der barê jin û zarokan de jî kemînek heye. Di nokteya ku têgeha yek zewacek neyê bikaranîn de zemîna qanûnî ya mehra olî tê avakirin.”

23 parlamenter deng nedin wê pêşnûme biçe sergo

Berrînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo demokrasiyeke nû bê avkairin hewce bi muxalefetek xurt heye. Divê hemû jinên partiyên muxalefetê bala xwe bidin vê pêşnûmeqanûnê û hem Jî divê mafê siyaseta HDP’ê biparêzin. Desthilatdariyê bêyî nêrîna jinan pêşnûmeqanûnek amade kir. Partiyên muxalefetê desthilatdariyê dikin nêrînên me negirtin û polîtîka kirin. Ji bo em ji vê tabloyê derkevin hilbijartinên pêş me girîngin. Divê ji bo hevdîtinên duyemîn  yên deshtilatdariyê randevu neyên dayîn. Ger bê komîsyonê, ji bo 23 parlamenter dengên xwe nedin divê xebatek hepvar bê meşandin. Li vî welatî ger ku 23 parlamenter dengê xwe nedin wê pêşnûme biçe ser sergoyê meclîsê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar