Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Qanûnên koletiyê li karkeran tê ferzkirin’

Nûnerê Dev Tekstîlê yê Çûkûrovayê Ahmet Sûbaşi, diyar kir ku li Mêrsîn, Edene û Dîlokê mafên karkeran tên xespkirin û got: “Qanûnên koletiyê li karkerên tekstîlê tên ferzkirin.”

Nûnerê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger (Dev Tekstîl) ê Çûkorovayê Ahmet Sûbaşi, li Edene, Mêrsîn û Dîlokê hevdîtin bi karkerên tekstîlan re çêkir û raporek amade kir. Sûbaşi, destnîşan kir ku mafên karkeran tê xespkirin û xwediyê kar wekî koleyan nêzî karkeran dibin.

Sûbaşi bilêv kir ku hema bêje tu patronên tekstîlan li gor qanûnên di qanûnên karî de nivîsandî tev nagerin û bi hin bahaneyan karker bêtazmînat ji kar tên derxistin. Sûbaşi wiha got: “Karker an ji ber pirsgirêkên tendursitiyê an jî ji bo dawet û taziyeyan destûrê dixwazin lê nadin wan. Ji ber jî karker ji mecbûrî înisyatîfa xwe bi kar tînin û wê rojê naçin kar. Patron jî ji bo vê du yewmiyeyên wan nade wan. Li hin kargehan jî patron destûrê didin lê dîsa jî du yewmiyeyên wan nadin wan. Heta ji karkerên ku dixwazin wana ji kar derxînin dibêjin ‘here çend rojan bêhna xwe vede, kar tune ye.’ Paşê wexta karker tên, bi hinceta 2-3 rojan nehatine kar bêyî tazmînat wan ji kar derdixin.”

Sûbaşi bilêv kir ku wexta karker bidestûr bin, yewmiyeya wan a wê roja bidestûr ji mesaiya wan tê birîn. Sûbaşi, bilêv kir ku patronên tekstîlê ji bo pereyan pir nedin karkeran diçin di ser ÎŞKÛR’ê re karkeran tînin û dixebitînin û pereyên van karkeran jî tam nayê dayîn. Sûbaşi diyar kir ku dema karkerên di ser ÎŞKÛR’ê re tînin û pereyên wan nadin wan, karker îtiraz dikin lê belê patron bi derxistina ji kar gefan li wan dixwin û tim ji meaşê wan kêm dikin.

‘Ji ber germê ji ser hişê xwe diçin’

Sûbaşi anî ziman ku di havînê de ji ber germahiyê hin karker ji ser hişê xwe ve diçin û wiha got: “Ji ber kêmasiyên pergala hewadariyê, germahiya ji ber makîneyan tenduristiya karkeran tesîreke neyînî digire. Ji ber qeta û erda tekstîlan nêzî hev in, ji bo hênikbûnê tenê çend vantîlator tên bikaranîn. Her wiha toza tekstîlê û madeyên kîmyewî yên di tekstîlê de tên bikaranîn di havînê de pir tesîrê li karkeran dikin. Hin karkerên qeza derbas dikin, bi hinceta talûkeyek tune ye wan nabin nexweşxaneyê jî. Li bendê disekinin êşa wî bisekine. Paşê dîsa dixebite. Heta hin karker dixwazin ji malê vantîlatoran bînin lê nahêlin. Her wiha pacên gelek serwîsên fabrîkayan venabin, klîma naxebitin.”

Sûbaşi destnîşan kir ku sîgorteya karkeran jî tam nayê razandin û destûr jî girêdayî kêfa patrona ye. Sûbaşi wiha got: “Heqê bodrodê yê karkeran tam nayê dayîn. Mesaî bi destan tên dayîn da di bodroyê de nexuyê. Karkerên destûrê didin wan, sîgorteya wan nayê razandin. Hin karker ji bo ji kar neyên avêtin betlaneya xwe ya heftane jî bi kar naynin. Piraniya karkeran êdî betlaneya roja yekşemê ji bîr kirine.”

Sûbaşi her dawî ev tişt jî anî ziman: “Qanûnên koletiyê li karkerên tekstîlê tên ferzkirin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar