Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Çarşamba - 27 Kasım 2024

‘Qanûnên ku êrîşa zayendî rewa dike derdixin’

Li Tirkiyeyê her diçe êrîşa zayendî li dijî zarokan zêde dibe û bûyerên tecawizê zêde dibin. Ligel vê biryarên daraz, gotinên di atmosfera siyasî de tên gotin, polîtîkayên tên meşandin û her wiha di pirtûkan û çapemeniyê de jî êrîşên zayendî tên rewakirin. Psîkolog Fahriye Cengîz polîtîkayên ku êrîşa zayendî li dijî zarokan rewa dike û bandora wê ya li ser zarok û civakê nirxand.

Cengîz diyar kir ku gumanbarên sûcên zayendî li ser bertekan tên girtin û bi qasî di rayagiştî de xuya dike tên cezakirin û wiha got: “Dozên îstîsmarê yên berê ku bi encam bibûn li ser zextên rêxistinên jinan bi encam bûn.”

Cengîz nivîskarê pirtûka ji bo zarokan a bi navê ‘Duşun ve Gul’ a Musa Dînç jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Divê ev jî bê bibîrxistin. Ev ne mijarek ku bi Musa Dînç sînor dimîne ye. Ev mijarek ku bandorê li ser hemû aliyên civakê dike ye. Pirtûkên zarokan bi navê ‘ez hunerê dikim, wêneyê dikim’ de tên weşandin û ev mijarek gelek girîng e. Ev ne di warê hiqûqê, ne psîkolojîk ne jî bi aliyê civakî dikare bê dest girtin.”

‘Mijara esas çareserkirina êrîşa zayendî ye’

Di axaftina xwe de Cengîz da xuyakirin ku mijara divê demildest bê çareserkirin êrîşa zayendî ye û wiha pê de çû: “Desthilatdarî qanûnên ku zewaca zarokan rewa dike derdixe û nêrîna ‘êrîşa zayendî ne tiştekî xerabe’ diafirîne. Li Tirkiyeyê kesên ji baweriyên cuda çandên cuda dijîn hene. Lîderên ku ji her alî kes temsîl dikirin berê ji dozên êrîşên zayendî li ser zarokan hatin xilaskirin bê ceza hatin hiştin. Vê jî nêrîna êrîş ne sûc e bixwe re anî. Bêguman di pêvajoya dawî de tiştên tên jiyîn jî encama vê ne.”

‘Mekanîzmaya ku rewa dibîne heye’

Cengîz destnîşan kir ku malbat, naveroka pirtûkên ku nizanin bila bi zarokên xwe nedin xwendin û pirtûkên ku êrîşa zayendî rewa dikin divê bi yek alî neyê dest girtin û wiha got: “Ev tenê pirtûkên em jê agahdar in. Ev jî nîşan dide ku hîna çi tiştên ku em nizanin hene. Em dizanin ku hinek mekanîzma hene. Ev mekanîzma jî van rewa dibîne.”

‘Aliyekî ku normal dibîne heye’

Her wiha Cengîz diyar kir ku gelek zarokên bi êrîşê re rû bi rû tên ji ber tirsê bi malbatê re parve nakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrîşa zayendî li dijî zarokan wekî êrîşek jî rêzê nikare bê destgirtin. Mijarên newekheviya zayendî û çandî hene. Zarok herî zêde ji dayika xwe re dikare vebêje. Dîsa aliyekî ku vê normal dibîne heye. Jixwe rêjeya zewaca zarokan a li welat jî vê nîşan dide. Divê em wek civak li dijî van êrîşan têbikoşin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar