Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qasidê navbera Erdogan û Bexdadî deşîfre bû

Derket holê ku di navbera Tayyîp Erdogan û Ebûbekîr El Bexdadî de rasterast serokê Daîreya Xebatên Taybet a MÎT’ê Kemal Eskîntan qasidî dikir. Her wiha Bexdadî çend caran derbasî navçeya Reyhanli ya Tirkiyeyê bûye

Serokçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekîr El Bexdadî di 27’ê cotmehê de di encama operasyona hevpar a hêzên HS’ê û DYA’yê li ser sînorê Hatayê ku di bin kontrola dewleta tirk de ye hat kuştin. HSD’ê ragihand ku 5 meh in operasyonê didomînin û hat gotin ku Bexdadî dema xwestiye derbasî aliyê Tirkiyeyê bibe hatiye kuştin.

Têkildarî kuştina serokçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekîr El Bexdadî nîqaş dewam dikin û agahiyên nû derdikevin holê. Li gorî nûçeya malpera Lêkolînorgê qasidê navbera serokê AKP’ê Tayyîp  Erdogan û Ebûbekîr El Bexdadî serokê MÎT’ê Hakan Fîdan û kesê bi navê Kemal Eskîntan ku ev kes serokê Daîreya Xebatên Taybet a MÎT’ê û di heman demê de serhengekî tirk ê teqawid e.

Çend caran hat navçeya Rehhanliyê

Bexdadî li gundê Barîşa ku 5 kîlometre dûrî sînorê navçeya Reyhanli ya Hatayê ye û di heman demê de ev gund û herêm di bin kontrola dewleta tirk de ye. Bexdadî beriya ku were kuştin bi navbeynkarî û alîkariya Kemal Eskîntan derbasî Reyhanliyê bûye.

Her wiha dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê û herêmên din ên Rojava dikirin rasterast Kemal Eskîntan cebilxane ji çeteyên DAIŞ’ê re dişand. Her wiha çeteyên ku li ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin bi hevkariya MÎT’ê  dihatin derbaskirin. Gelek caran hat belgekîrin ku dewleta tirk cebilxaneyan ji çeteyên DAIŞ’ê  re dişîne.

Hewl da Bexdadî rizgar bike lê nebû…

Eskîntan navbeynkarî dikir ku Erdogan û Bexdadî bi hev re têkiliyê deynin. Piştî ku DAIŞ’ê derbên giran xwar dewleta tirk hewl da ku hevkarê xwe Bexdadî rizgar bike û bîne Tirkiyeyê veşêre.

Navê Ebû Fûrkan bi kar dianî û çalakiyên DAIŞ’ê organîze dikir

Kemal Eskîntan piştî ku ji leşkeriyê teqawid bû di sala 2010’an de wekî Serokê Daîreya Paraastinê ya MÎT’ê dest bi kar kir. Eskîntan di sala 2014’an de bû Serokê Daîreya Operasyonên Taybet û di sala 2017’an de bû Cîgirê Mûsteşarê Xebatên Taybet û hê jî vê peywira xwe didomîne. Eskîntan çalakiyên DAIŞ’ê yên li dijî fermandarên YPG’ê û çalakiyên din organîze dikir û navê kod Ebû Fûrkan bi kar anî.

SADAT’ê perwerde dike

Di navbera Eskîntan û îstîxbarata Îranê di demên berê de têkiliyên qirêj hebûn û di heman demê de ev kes li Iraq û Sûriyeyê bernameya perwerdehiya endamên artêşa taybet a Tayyîp Erdogan ya bi navê SADAT amade dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar