Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qasim Engîn li Mexmûrê bi merasîmekî hate bibîranîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn di 27’ê gulanê de li herêma Bradostê di encama êrîşa hewayî ya dewleta tirk de şehîd bû. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî ji bo Engîn merasîmeke bîranînê li dar xist. Di merasîmê de bi sedan welatiyên wargehê amade bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Hecî Kaçan axivî û wiha got: “Em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin. Windakirina fermandarek, fîlozofek û rêhevalekî weke heval Qasim ji bo tevahî gelê kurd û PKK’ê cihê xemgîniyeke mezin e. Em weke gelê Mexmûrê ji rewşên bi vî awayî gelek biyanî nînin. Gelê kurd şahidiya lehengiya PKK’ê kiriye û bi saya wê xwe nas kiriye. Em bi navê gelê Waregeha Mexmûrê di serî de ji Rêber Apo, ji malbata şehîd Qasim û ji hevalên wî re sersaxiyê dixwazin. Em ê hertim li ser şopa rêheval Qasim bimeşin û em soza bilindkirina tekoşînê didin. Em wê hêrsa xwe bikin vegerînin têkoşînek û berxwedaniyek mezin.”

Bi domdarî jî Kaçan anî ziman ku dê bi hêrsa azadîxwazî ya ku têkoşîna wan ji Engîn girtiye, li dora Ocalan bikin xelek û berxwedaneke mezin. Kaçan wiha domand: “Em soz didin ku em xwîna rêheval Qasim Engîn li erdê nahêlin û em ê bi berxwedaneke mezin di dilê dijminde bibin tirseke mezin. Dê tucaran dijmin ne karî îradeya me bişikîne.”

Piştre jî helbesta Ebdulla Peşêw a ‘Ta ku çiraya me geş nebe’ ji dengê Qasim Engîn hate guhdarîkirin. Piştî guhdarkirina helbestê jî merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo Endamê Konseya Navendî ya PKK’ê sersaxî tê qebûl kirin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar