Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Qasim Erecî xizmeta kî dike?

Daxwaza girtina saziyên ku li dijî polîtîkayên dagirkerî û îlhaqê kar dikin ji aliyê endamê 'Operasyona operasyonê ya hevpar' Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ve ji dadgeriya Iraqê re hat ragihandin.

Di encama hewldanên dewleta tirk de hewldanên ji bo krîmînalîzekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Iraqê û başûrê Kurdistanê zêde bûn. Piştî şewata li Hewlêr û Kerkûkê, weke dewam sûcdarkirina PKK’ê; PKK li lîsteya ‘rêxistinên qedexekirî’ yên li Iraqê hat bicihkirin. Piştre jî Encûmena Dadgeriya Bilind a Iraqê bi hinceta têkiliya bi PKK’ê re biryar da ku Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî û Eniya Neteweyî ya Demokratîk bigire.

Serkêşê şerê taybet ê li Iraq û başûrê Kurdistanê tê meşandin, ‘odeya operasyonê ya hevpar e’ ku dewleta tirk serkêşiyê jê re dike. Daxwaza ji bo girtina saziyên ku li dijî polîtîkayên dagirkerî û îlhaqê kar dikin, ji aliyê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ve ji dadgeriya Iraqê re hat ragihandin ku yek ji endamên odeyê ye.

Li gorî hin îdîayên ketin rojevê, Erecî ji bo polîtîkayên dewleta tirk li Iraqê bi cih bêne anîn 300 milyon dolar bertîl ji hikûmeta Erdogan wergirtiye. Rola ku Erecî ji bo bicihanîna şerê taybet ê Enqereyê dimeşîne jî îdîayan piştrast dike.

Erecî kî ye, li Iraqê roleke çawa dilîze, ev bûne mijara meraqê.

Erecî ku di dema hikûmeta Haydar Ebadî de Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê bû, sala 1964’an li rojhilatê Iraqê li bajarê Kût ê herêma Wasîtê ji dayik bû. Perwerdeya xwe ya destpêkê li vê derê qedand, di dema Şerê Kendavê yê Yekemîn de çû Îranê. Li vê derê di bin sîwana Tûgayên Bedir de li nava refên Îranê şer kir. Piştî ku DYA’yê Iraq dagir kir vegeriya welêt û tev li nava ‘hêzên muxalefetê’ bû.

Erecî ku ji aliyê DYA’yê ve di sala 2003’yan hat girtin, piştî demeke kurt hat berdan. Di sala 2007’an de careke din ji aliyê hêzên DYA’yê ve hat girtin û heta sala 2010’an weke dîlgirtiyê şer girtî ma. Erecî ji walîtiyên Wasît û Basrayê destpê kir û li Iraqê di gelek qedemeyan de cih girt, piştre bi banga Alî Sîstanî tev li nava hêzên Heşdî Şebî bû.

Erecî ku weke kesekî nêzî Tehranê tê naskirin, girtina wî ji aliyê DYA’yê ve û berdana wî hîn jî di nava raya giştî de mijara nîqaşê ye. Erecî li Kampa Bucca ya li ser sînorê Qûweytê di nava girtiyên DYA’yê de bû, tê gotin, wê demê ji aliyê CIA ve hatiye xistin. Kampa Bucca jî weke wî cihî tê naskirin ku efserên Baasî û El Qaîdeyî lê bûn û bingeha DAIŞ’ê lê hat danîn.

Ji xwe piştî dagirkirina Iraqê Erecî di nava rêxistina Bedir de bû ku weke ‘muxalîfên’ karibin polîtîkayên DYA’yê li Iraqê bimeşînin hat destnîşankirin.

Niha jî bi destûra DYA’yê ku hevalbendê wan e ji bo desteserkirina başûrê Kurdistanê têkiliyeke xurt bi dewleta tirk re datîne û weke wî kesî xwe nîşan dide ku îlhaqa tirk li nava hikûmeta navendî fermî dike.

Heyeta bi serkêşiya Erecî bi fermana Sûdanî di 11’ê tîrmehê de ji bo lêkolînkirina operasyonên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê çûbû Hewlêr û Silêmaniyeyê. Li şûna ku biçe Behdînanê Erecî di serî de Mesrûr Barzanî bi gelek kesan re axivî û dihate payin raporê li ser hevdîtinên xwe pêşkêşî Sûdanî bike. Piştî hevdîtina bi Barzanî re xwestibû peymana 9’ê Cotmehê bi cih bê anîn ku ji bo desteserikrina îradeya gelê Şengalê ye. Hîn 26 roj di ser re derbas nebûn, PADÊ jî di nav de ku weke îradeya siyasî ya Êzidiyan a Iraqê tê naskirin, biryara girtina çend partiyan hat dayin.

Biryara ku ji aliyê dadgeriya Iraqê ve hat dayin, bû sedema gelek derdoran bi taybetî jî Êzidiyan. Eger 3 partiyên ku biryara girtina wan hat dayin îtiraz bikin, wê karibin serî li Dadgeha Temyîzê ya Iraqê bidin.

Ji rayedarên payebilind ên PDK’ê Hoşyar Zebarî û endamê Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê Segvan Sîndî kêfxweşiya xwe ya ji ber biryarê anîn ziman ku ev yek jî bandora PDK’ê ya li ser biryarê nîşan dide.

Tê gotin endamên PDK’ê û Sûnî yên di nava dadgeriyê de li ser dayina biryarê bi bandor bûne. Di nava dadgeriyê de yên ku di girtina partiyan de bi bandor in; Ramazan Hesen Abîd endamê PDK’ê ye, Hakîm Celîl Adnan jî endamê Sûniyan e.

Di nava ‘Odeya Operasyona Hevpar’ de ku ANF’ê beriya niha xistibû rojevê bi navê Wezareta Karên Derve ya Tirk Hakan Fîdan, Musteşarê MÎT’ê, endamên Parastinê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ê PDK’yî, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî, Îstîxbarata Iraqê, Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Pêşmergeyên Roj ên ser bi wî ve û hêzên Zerevanî hene ku Azîz Veysî serkêşiyê jê re dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar