Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Qasim: Serok Apo fîlozofê sedsala 21’emîn e

Qasim Fîqfîq fikrê Rêber Apo weke dermanê birînên gelên bindest binav kir û wiha got: “Serok Apo fîlozofê sedsala 21’emîn e. Bila hemû Kurdistan hemû Êzîdxan bizanibe, pirsgirêka Kurdistanê û bi taybetî ya Êzîdxanê wê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bigihêje azadiyê. Em niha xwe perwerde dikin, xwe ji bo pêşerojê amede dikin.”

Civaka êzidî di havîna 2014’an de li ser xiyaneta malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê bi fermana 74’a re rû bi rû ma. Ji ber çeteyên malbata sîxur beriya ji Şengalê birevin hemû çekên gel bi darê zorê kom kirin û gel bêçek û b» parastin hiştin. Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin ku civaka êzidî di qirkirinê de derbas kirin. Civaka êzidî bi fermanê re fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji nêz ve nas kir, ev 10 sal in xwe li ser vî fikrî perwerde û birêxistin dike, hêza jiyanê û parastina hebûna xwe xurt dike. Her çiqas girseya gel di fermanê de Rêber Apo baştir nas kiribe jî gelek kes jî hê ji beriya fermanê fikr û têkoşîna Rêber Apo ya ji bo gelên bindest bihistiye û hewl daye vî fikrî nas bike.

Yek ji wan kesan jî endamê Komîteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Fîqfîq e. Qasim diyar kir ku di sala 2009’an de bi rêya çend endamên tevgera azadiyê fikrê Rêber Apo nas kiriye û ji bo heqîqeta Rêber Apo û rêxistina wî ji nêz ve nas bike di sala 2012’an de berê xwe dide çiyayên azad, nav jiyana gerilayên azadiya Kurdistanê. Dema diçe û dikeve nav jiyana azad a gerîlayan, pirsên weke ‘Ev keç û xort di vê dinyaya pêşketî de ji bo çi tên van çiyayan û di şertên zehmet de dimînîn’ ji xwe dike. Qasim Fîqfîq piştî demekê digihe wateya vê jiyanê ku wiha şîrove dike: “Li wê derê ez di milê fikrî de gihîştim wê heqîqetê ku fikrek heye, dozek heye. Gelekî heye û zimanê wî qedexe ye, çanda wî qedexe ye û navê wî qedexe ye, rastiya wî nayê qebûl kirin, axa wî hatiye dagirkirin… Ji ber vê ev keç û xort hatine li serê van çiyayan têkoşînê dimeşînîn.”

Serok Apo fîlozofê sedsala 21’emîn e

Qasim Fîqfîq di nav dema ku li çiyayên azad dimîne, pirtûkên Rêber Apo dixwîne, xwe zêdetir nêzî fikrê wî dike û ji bo rastiya Rêber Apo ev tişt anî ziman: “Di vê cîhanê de gelek şexsîyet hatine, fikrê xwe li cihanê pêk anîne û çûne. Tiştê ku min ji fikrê Serok Apo fêm kiriye, fikrê wî li ser demokrasiya gelan û netewa demokratik ava kirina sîstemê ye. Sîstema ku Serok fikir û felsefa xwe li ser dimeşîne, ewê li Rojhilata Navîn bibe rizgariya gelan. Li cîhanê gelek fikir û ol hene, baweriyên cûda hene lê di sedsala 21’emîn de ji pirsgirêkan re nabin çareserî, belkî pirsgirêkan kûrtir dikin. Ez dikarim bêjim Serok Apo fîlozofê sedsala 21’emîn e. Di aliyê fikir û felsefê de, netew û qewmiyetê derbas kir. Demokrasiya gelan esas digire. Di felsefa wî de her kes bi rengê xwe, bi zimanê xwe, çand û exlaqê xwe û bi baweriya xwe dijî, di nav gelan de wekheviyê esas digre, ji bo hemû netewan xwe bi xwe rêvebirinê esas digire.”

Tevî hemû astengiyên PDK’ê jî şargirtin Rêber Apo xwe gihand Şengalê

Di berdewamiya xwe de Qasim Fîqfîq behsa fermana 2014’an, rastiya civaka êzidî û hatina şagirtên Rêber Apo ya çiyayê Şengalê jî kir û wiha domand: “Dema ferman bi ser Şengalê de hat, ti kesî xwe li me nekir xwedî, Şengal kete destê hovan. Wê demê şagirtên Serok Apo ti sînor nas nekirin bi hawara Şengalê ve hatin. Wê demê Serokatî xeteriya li ser Şengalê ferq kiribû. Tevî hemû astengiyên PDK’ê jî şagirtên Serok xwe gihandin Şengalê. Di wan rojên bi êş de em tevahiya gelê Şengalê bi nêzikatiya hevalan bandor bûn. Di wan rojên fermanê de reş û spî, baş û xirab, rast û derew ji hev hate derxistin. Dema me fikrê Serokatî naskirin, ji bo ev fikir di nav gel de belav bikin me dest bi kar kir. Fikir û felsefa Serokatî dermanê birînên xelkê bindeste. Her mirovê ku heqê wî hatiye xwarin dikare li ser felsefa Serokatî ji bo heqê xwe têkoşîn bike, xwe zana bike.”

Êzîdxanê wê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bigihe azadiyê

Qasim Fîqfîq guherîna civaka êzidî ya di nav 10 salên dawî de ku xwe dispêre fikrê Rêber Apo jî wiha şîrove dike: “Di dema fermanê de em ne perwerdekirî bûn, ne zana bûn. Tifaqa me ya navxweyî nebû. Agahiya me ji rewşa herêmê ne bû. Siyaset çawa tê meşandin, dewletên mezin çawa şer dikin me nedizanî. Roja me ya îro me ev rewş derbas kirin. Me xweseriya demokratik ji bo Şengalê esas girt. Em ê li gorî fikir û felsefa Serok Apo xwe perwerde bikin û xwe ji fermanan biparêzin. Keç û xortên me hem di warê eskerî de hem di warê siyasî da xwe perwerde dikin. Raste me çend gav pêş de avêtine lê ev têrê nake. Em niha xwe perwerde dikin, xwe ji bo pêşerojê amede dikin. Em hêza xwe qewî dikin, gelê xwe zana dikin da ku em karibin bêjin em hene û li ser axa xwe azad bijin. Bila hemû Kurdistan bizanibe, Bila hemû Êzîdxan bizanibe, pirsgirêka Kurdistanê û bi taybetî ya Êzîdxanê wê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bigihe azadiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar