Navenda Nûçeyan |
Kujer Onur Gencer ê 27 salî, di saetên nîvro de ket avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Derket holê ku qatil Onur Gencer piştî êrîşa xwe ya bixwîn wêneyê Denîz Poyraz a di nava xwînê de ma bû kişand û di rewşa xwe ya WhatsAppê de parve kir. Hat dîtin ku Gencer wêneyê Denîz bi gotina ‘yek term’ parve kir.