Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Qaymeqamê Pişder: Gerîla hêzek şoreşger û parêzvan e

Qaymeqamê Pişder Bekir Bayiz diyar kir ku gerîlayên PKK’ê hêzek şoreşger û parêzvane û nûçeyên li ser navê wî têkildarî gerîla hatîn parvekirin red kir

Qaymeqamê Bajaroka Pişder a Silêmaniyê Bekir Bayiz têkildarî nûçeyên li ser navê wî di kanalên PDK’ê de hatîn parvekirin ku ‘gerîlayên PKK’ê bacê ji welatiyên herêmê distîne’ red kir û got ku daxuyanî nedaye tu saziyek ragihandinê.

Qaymeqamê Pişder Bekir Bayiz têkildarî mijarê ji Ajansa Rojnewsê re axivî û wiha got: “Ew nûçeyên ku hinek tor û malperan bi navê Qaymeqamtiya Qeladizê li ser bûyera 24’ê hezîranê ya li gundê Şênê dane ne rast e. Careke din hemû aliyan piştrast dikim ku me tu daxuyaniyek nedaye tu kanalekê. Me tu daxuyaniyek fermî nedaye.”

Bekir Bayiz têkildarî rol û bandoriya gerîlayên PKK’ê jî ev tişt anî ziman : “Li ser asta navxweyî û cîhanê weke hêzek şoreşger û parêzvan dibînin. Em navê gerîla ji bo komek çekdar bi kar nayînin. Em hemû wan nûçeyên bi navê me hatine dayîn red dikin.”

Hêjayî gotinê ye ku di 24’ê hezîranê de, medyaya PDK’ê, nûçeyek bi navê Qaymeqamê Pişder parve kir. Di nûçeyê de dihate îdiakirin ku Qaymeqamê Pişder Bekir Bayiz gotiye gerîla bacê ji welatiyan distîne. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar