Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Qaymeqamê Şengalê 8 xal pêşkeşî NY’ê kir

Piştî ku Nûnera Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Şengalê kir û bi qaymeqam re civiya. Qaymeqamê Şengal Fehed Hamid têkildarî rewşa Şengalê 8 xal pêşkêşî nûnera NY’ê kir

Nûnera Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo karûbarên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Şengalê kir û bi Qeymeqamê Şengal Fehed Hamid re civiya.

Qeymeqamê Şengal Fehed Hamid der barê serdana Nûnera Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo karûbarên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert daxuyanî da û wiha got: “Em gelek kêfxweş bûn ji bo vê Serdana Nûnera Neteweyên Yekbûyî. Li avahiya Qeymeqam di gel me civiya. Bi amadebûna Berpirsiyarê Nevçeya Tilezêr Celal Xelef û Serokê Meclisa Demkî Saîd Milhim me dengê xelkê xwe gihandê. Ji ber beriya niha dengê xelkê me nedigiha cihên bilind.”

‘Êdî nabîn qurbaniyên Hewlêr û Bexdeyê’

Qeymeqamê Şengal Fehed Hamid aşkera kir ku wan 8 xal pêşkêşî wê kirine û wiha domand: “Ji 3’yê Tebaxa 2014’an û heta niha ne hikûmeta Iraqê û ne dewletên nevnetewî bi dirûstî tiştek ji gelê Şengalê re nekirine. Gelê êzidî ne weke beriya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e, îro gelê êzidî xwedî îrade ye û êdî qebûl nakin bibin qurbaniyên şerê siyasî yê di navbera Hewlêr û Bexdeyê de. Li ser gorên komî re 5 sal derbas dibin, lê hîn ti kesê xwe lê nekirine xwedî. Lewma em van xalên jêr pêşkêşî wan dikin.

1- Daxwazê dikin ku ji bo dîlên me yên di destê DAIŞ’ê de de lijneyek ji hikûmeta navxweyî yan jî civaka navnateweyî bê avakirin. Di demdest xwişk û dayikên me yên di destê DAIŞ’ê de ne bên rizgarkirin. Her wiha alîkariya kesên ku hatine rizgarkirin ku ti kesê wan nîne bê kirin.

2-Bi rêya hikûmeta Iraqê û dewletên navnetewî ew ên ku bûna şirîkê sûcê fermana bi serê gelê êzidî û bûne hevkarê DAIŞ’ê bi riya dadgehekî navneteweyî werin ceza kirin.

3-Ew ên ku destdirêjî li şeref û namûsa gelê êzidî kirine di dadgehên navnetewî de hesab bidin.

4-Heta niha zêdetirî 74 gorên komî hatine dîtin, lê aliyên peywendîdar ev gorên komî paşguh xisitne. Hinek aliyên siyasî ji bo yekîm gora komî ya li Koço hatî vekirin pirsgirêk çêkirin.

5-Daxwazê ji Nûnera Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê dikin ku rêzê ji qurbaniyên û gelê êzidî re bigirin û kesên ku destê wan di rijandina xwîna qurbaniyên me de heyîn li dadgehên navneteweyî hesab ji wan were pirsin.

6-Deriyê sînorî bi fermî were vekirin. Ji bo ku em bikarin dîlên xwe yên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û koçberên niha li Wargeha Newroz a li Sûriyeyê dimînin vegerin û dermanan bînin.

7- Ji bo parastina êzidiyan hêzek ji zarokên êzidiyan were avakirin ku hejmara wan ne kêmî 10 hezaran be.

8- Rêzê li nexweşiyên êzidiyan bikirin.  Şengal nekin cihê nakokiyên siyasî, ji ber ku me têre xwe êş kişandiye. Em li herêma xwe tehmiya qetilkirin û nakokiyên din nakin.

Wan jî ev daxwazên me qebûl kirin. Ji ber ku em fermî dîtin, serdana me kirin. Ji ber ku tişta ku ji me bê xwestin em dikarin ji bo miletê xwe bikin.”

Her wiha Rêveberê Navçeya Til Êzêr Çelal Xelef axivî û wiha got: “Ev rojeke dîrokiya  ku nûnera taybet a Netewên Yekbûyî serdane Şengal kir û bi îdareya Şengalê re civiyan.  Bi rastî cihê dilxweşiyê ye. Her wiha bi rêveberiya Kurdistanê re civiyan bûn û bi me re ji civiyan. Xwestin nêrînên me jî bigirin, da ku qaymeqam fermî bibe. Soz dan me ku dengê me bigihin Bexdayê. Me bikin fermî. Me jî rapora xwe ya ji 8 salan pêk dihat, radestî wan kir. Wan ji soz dan ku di demek zû de van xalan pêk bînin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar