Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Qazî Mihemed û sêdar; HDP û dadgeh

Duh roja sêdarkirina pêşewe Qazî mihemed û hevrêyên wî bû. Ev roj ji bo gelê kurd rojeke bi êş û giran e. Rojeke ku careke din bêbextî li kurdan hatiye kirin. Bêbextiyeke navdewletî bû û dîsa di nava wê de hêzên herêmî û kesên xwe kurd bi nav dikirin jî hebûn. Hinekî ev bêbextî dişibihe bêbextî û komploya navdewletî ya li di şexsê Rêber Ocalan de li ser gelê kurd di serdema dawî di dîroka kurdan de jî. Wê demê û îro jî dîrok xwe dubare dike û rojên îro di dîrokê de ku veşartî ne derdikevin holê.

Ji bo bersiva van dagirkeran, bêbext, komploger û nûkeran were dayîn, îro li çar parçeyên Kurdistanê Tevgera Azadiyê ku pêşengiya wê dike, gelê kurd di nava şoreşê de ne. Şoreşeke ku bi hemû awayî di nava şert û mercên bi tehlûke de derbas dibe. Rêber Ocalan di nava tecrîdê de ye û êrîş li derve jî li ser şoreşê û siyaseta kurd dijwar in. Em nabêjin li ser Bakur an Başûr an jî Rojava û Rojhilat, êrîş li ser Kurdistanê bi dijwarî hene.

Îro li ser siyaseta kurd li bakurê Kurdistanê bi taybet êrîşên pir dijwar hene. Di şexsê HDP’ê de siyaseta kurdan dixwazin bitepisînin. Bi vê armancê ketine tevgerê. Û wekîlên gel ên HDP’î ku Farûk Gergerlîoglû mînaka dawiyê ye li ber çavan e. Berê bi tirsê xwestin HDP’ê lewaz bikin lê negihiştin serî. Xwestin bi girtina hevserokên wê û wekîlên li meclisê bêtesîr bikin lê nikarîbûn valahiyê çêbikin û serok û siyasetmedarên nû hatin cihê yên girtî.

Ev demeke AKP û MHP’ê yên niha desthilatdar in, mijara girtina HDP’ê jî xistine rojevê. Dosyaya girtina HDP’ê wer xuyaye ku MHP’ê biryara wê daye û li qesra Erdoganê serokê AKP’ê jî tê plankirin. Lê dîroka ku dosyaya HDP’ê derxin pêş dadgehê pir balkêş e. Roja darvekirina Qazî Mihemed û hevrêyên wî ye. 31’ê Adarê ye. Roja ku dagirkerên Kurdistanê Qazî derxistin pêşiya sêdarê, HDP’ê jî xwestin derxin pêşiya sêdarê. Esas divê ji dadgeha ku xwestin HDP’ê derxin pêşiya wê re sêdar. Careke din xwestin mesajê bidin kurdan ku em dikarin çawa Qazî îdam kir, em we jî îdam bikin.

Em zêde dirêj nekin. Mijara me ya sereke girtina HDP’ê be jî, lê rasthatina vê dîrokê hişt ku em qirkirina kurdan li sêdaran û li dadgehên dagirkeran bînin gel hev. Ji ber ku ji hev tu carî ne qut in. Dîsa jî yên daw û doza Kurdistanê dikin divê ji sêdarê re jî gotibana na û îro ji girtina HDP’ê re jî bibêjin na.

HDP’ê partiyekî gel e û bi girtina kadroyên wê naqede û dê neqede jî. Rewşa kurdan ne weke 1947’an e û êdî di siyasetê de pisporên wan çêbûne û pêşeng hene. HDP’ê gel e, gel li vir û wê ya li pêye bibe serî û xewna Qazî karibe pêk bîne. Baweriya gel a mezin bi HDP’ê di Newroza 2021’an li qadan hat dayîn.

Nûçeyên Têkildar