Li bakurê Kurdistanê şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partiyê de, li ser gelek cadeyan nivîsên hişyariya trafîkê yên bi kurdî “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibûn. Nivîsên bi kurdî, li ser fermana Wezareta Karên Hundir hatin jêbirin. Bertekên li dijî vê sepanê her ku diçe zêdetir dibin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê bertek nîşanî êrişê li dijî kurdî dan.
Hevserokê Komeleya 78’an a Piştevanî û Lêkolînê Ahmet Ertak, diyar kir ku ji destpêka komarê heta niha heman polîtîka li dijî ziman û çanda kurdî tên meşandin. Ertak, got “Pirsgirêka kurd berî her tiştî pirsgirêka ziman e” û wiha pêde çû: “Qebûlnekirina zimanê gelekî, di heman demê de qebûlnekirina hebûna wî gelî ye. Şaredariyan di demên berê de bi zimanên erebî, kurdî û tirkî tabela amade kiribûn. Yên li vî bajarî dijîn kurd in. Lewma nivîsandina van nivîsan a li ser cadeyan, peywira şaredariyê ye. Qedexekirina wan, qedexekirina hebûna kurdan e. Em vê qebûl nakin.”
Bi domdarî Ertak destnîşan kir ku qedexekirina zimanê dayikê di mijara aştiyê de jî zehmetiyan bi xwe re tîne û ev tişt anî ziman: “Divê civak her tim di ferqa vê de ve û xwedî seknek be. Bila her kes li her derê zimanê xwe derxe pêş. Bersiva herî mezin a li dijî zimanê me dê bibe ev.”
Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Herêmê Tahir Saçakli jî got ku bêtehemûliya li hemberî kurdî, pirsgirêka kurd kûrtir dike. Saçakli, axaftina xwe wiha domand: “Divê Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên aştiyane biavêje. Divê îktîdar di nêztirîn demê de dev ji van polîtîka û seknên xwe berde. Civak, li benda çareseriya pirsgirêka kurd e. Heke hiqûq tune bibe dê Tirkiye jî winda bibe. Hiqûqa li Amedê winda dibe, li Stenbol, Îzmîr û Colemêrgê jî winda dibe. Li Tirkiyeyê gelek ziman, mezheb û jiyan û çandên cuda hene. Ji bo pêkvejiyana van, hewcehî bi demokrasiyê heye. Jiyaneke biaram wiha pêkan e. Mercên nebaş ên li welat bi her kesî didin windakirin. Ya ku dide qezenckirin, aştî û demokrasî ye.”
Endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz jî diyar kir ku îktîdar ji ziman û çanda kurdan aciz e. Akdenîz, axaftina xwe wiha qedand: “Heke hûn hebûn, ziman û çanda miletekî red bikin, hûn nikarin aştiyê pêk bînin. Ji ber ku zimanê me, sedema hebûna me ye. Heke hûn di vê sedsalê de rê li ber axaftina bi zimanê dayikê bigirin, gerandina govendê, avêtina tililiyan û hwd. bigirin, ev yek şermekî mezin a hiqûqî ye. Bi rastî jî şermekî pir mezin e. Ma axaftina kurdan a bi zimanê xwe yê dayikê çi zirarê dide te? Heke aştiyek pêk bê, ev yek ji ewil bi qebûlkirina hebûna min dikare pêk bê. Aştî, bi qebûlkirina min dest pê dike. Heke rêz û hurmeta we ji bo ziman û hebûna miletekî tune be, wê demê rêz û hurmeta we ji bo aştiyê jî tune ye.”