Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Qedera Tirkiyeyê di destê kurdan de ye

Çalakgera greva birçîbûnê parlamentera Amedê Dersîm Dag diyar kir ku kurdan careke din hebûna xwe bi AKP’ê dane ispatkirin û derxistine holê ku qedera Tirkiyeyê ew diyar dikin. Dag têkildarî tecrîda li ser Ocalan jî got ku ji bo azadkirina civakê Û hilweşandina faşîzmê pêwîstî bi berxwedanê heye

Parlamentera HDP’ê ya Amed Dersim Dag ku ji 3’ê adare ve bi parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûrat Sarisaç û Tayyîp Temel re di çalakiya greva birçîbûnê de ye, encamên hilbijartinê û tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rojnameya me re nirxand. Parlamenter Dersim Dag di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa beriya hilbijartinê û diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de ji bilî MHP’ê gelek zordarî li ser partiyên muxalefetê hatine meşandin û sûçdariyên bi sosret ên ne di cih de hatine kirin.

Dag bi bîr xist ku roja xebatên hilbijartinê dest pêkirine û heta ku bi dawî bûne, li gelek deveran hem endamên partiya wan hatin girtin û hem jî gelek wesayîtên wan ên xebatên hilbijartinê hatin desteserkirin û têkildarî encamên hilbijartinê ev tişt anîn ziman: “Kurdan bi hilbijartinê careke din hebûna xwe bi AKP’ê dan îspatkirin û derxistin holê ku qedera Tirkiyeyê ew diyar dikin. Bi encaman derket holê ku dê kurd li kîjan aliyê bin ew alî bi ser dikeve. Ji niha şûn ve bêyî kurdan derbarê pêşeroja welat de biryareke nikare bê girtin.”

‘Cîwan AKP’ê naxwazin’

Têkildarî rola cîwan û jinan a li ser encamên hilbijartinê jî Dag nêrînên xwe anîn ziman û ev tişt gotin: “Desthilata AKP’ê ya çend salan a li bajarên mezin ên Tirkiyeyê bi destê cîwan û jinên kurd têk çû. Cîwan û jinan derbeke mezin li AKP’ê dan. Bi vê encamê careke din jî derket holê ku cîwan AKP’ê naxwazin. Ji ber vê yekê paşeroja AKP’ê tuneye. Di 4 salan dawîn de polîtîkayên gelek qirêj li ser cîwanan hatin meşandin û sîxurtî li wan hat ferzkirin. Ev encam dê rê li ber cîwanan veke ku bi awayekî azad xebatên xwe bimeşînin.”

Piştî nirxandinên xwe yên li ser hilbijartinên Dag çalakiya wan a greva birçîbûne jî nirxand û wiha got: “Ji bo ku em li daxwaza Leylan Guven xwedî derkevin û me dest bi greva birçîbûnê kir. Îro jî em dibînin ku em bi berxwedana xwe ya li dijî tecrîdê çawa xwe azad dikin. Beriya ku dest bi grevê bikim min bêtir tecrîdê li ser xwe hîs dikir. Min zanibû ku ev tecrîd wek jin û cîwaneke kurd li ser min e. Di şexsê Ocalan  tecrîd li ser hemû ciwaka kurd tê meşandin. Ji bo ku em civaka xwe azad bikin, divê ku em li ber xwe bidin.”

‘Civak derketina cenazeyan qebûl nake’

Dag di berdewamê de qala rewşa wan jî kir û wiha pê de çû: “Rewşa me baş e lê em zanin ku rewşa hevalên me yên li zindanan ne baş e. Rewşa gelek hevalên me ne baş bûye. Bi mirinê re rû bi rû mane. Ji ber vê rewşa heyî divê dewlet bi awayekî lez û bez pêngavek bavêje û rê li ber mirina hevalên me bigire. Di demên dawîn de cenazeyê 7 hevalên me ji girtîgehan derket. Heke tecrîd ranebe dê ev yek zêdetir bibe û em ê hê bêtir bi mirinan re rû bi rû bîminin. Lê li hemberî vê yekê civak jî hatiye wê astê ku êdî derketina cenazeyek jî qebûl nake.”

Di dawiya axaftina xwe de Dag bal kişand ser roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryardariya wan a grevê û ev tişt anî ziman: “Rojbûna Ocalan rojeke taybet e û di heman demê de rojbûna jinan û kurdan e. Daxwaza me li holê ye. Em dibêjin heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe em dev ji çalakiya xwe bernadin. Em tenê dixwazin ku qanûn Tirkiyeyê pêk bên û malbat û parêzerên Ocalan bi awayekî rêk û pê re hevdîtin pêk bînin. Ji bo Tirkiyeyê cihê şermê ye ku ji bo pêkanîna qanûnan em 4 parlamenter jî di nav bi hezaran kes ketin grevê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar