Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Qedexeya gundên Kurdistanê tecrîd e

Di demsala havînê de qedexeyên li ser çoltar û gundên bajarê Kurdistanê zêde bûne. Bi taybetî li navçeya Xîzana Bedlîsê, Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê, gundên navçeya Licê ya Amedê, qedexekirina çalakiyên li Wan, Colemêrg, Şirnex û gelek bajarên Kurdistanê qedexe li ser qedexeyê tên îlankirin. Her roj nûçeyên operasyonan û îlankirina herêmên ewlehiya taybet di malperên ajansan de tên weşandin.

Ev qedexeya ketin û derketina herêm û gundan, destpêkirina operasyonên leşkerî, qedexekirina çalakiyên rêxistinên sivîl û civakî hemû dane û delîlên tecrîda li gund û bajarên Kurdistanê ye.

Îro xwezaya Kurdistanê tê talankirin û wêrankirin. Li cûdî, gabar, Xîzan daristan tê şiwatandin û birîn. Lê ji ber tecrîd li ser gund û bajarên Kurdistanê hene, ev talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê nayê dîtin. Dorpêçkirina gundan, operasyonên leşkerî nayên dîtin.

Ji ber tecrîda li herêmê gundî jî nikarin bertek û nerazîbûnên xwe bi rêya çapemeniyê bînin ziman. Nikarin zext û tundiya ku li ser wan pêş dikeve bi raya giştî re parve bikin. Çapemenî jî nikare xwe bigîne van herêmên qedexe. Nûçegîhan û rojnamegerên ku dixwazin biçin van qadên “Herêmên Taybet”, bi astengiyên leşkeran re rû bi rû dimînin.

Li Tirkiyeyê gelek sazî û rêxistinên elokojî û parazvanên mafên mirovan hene. Lê ji ber ku ev rêxistinên heyî li dijî talankirina ekolojiyê û binpêkirina mafên mirovan li gorî tê xwestin erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne, talankirin, qedexe û tecrîda li van herêman didome, nayê rawestandin.

Sazî û rêxistinên ekolojiyê û mafên mirovan dema biçin li herêmê lêkolîn bikin, dê tecrîda li herêmê baştir bê dîtin. Qedexe zext û tundiya li ser gundiyan û welatiyan baştir bê dîtin. Ji ber tecrîda heyî koçer nikarin biçin zozanan. Nikarin sewalan xwedî bikin. Mêşvan nikarin mêşên hingivîn li zozanan xwedî bikin. Ji ber van qedexeyan sal bi sal hejmara koçeran kêm dibe. Xwedîkirina keriyên pez kêm dibe. Hilblerîna hingivê Bêdlis, Colemêrg, Çewlîk û Dêrsimê her ku diçe kêm dibe. Welatî nikarin wekî berê li dehl û rezên xwe binerin. Nikarin bax û bostanan biçînin. Tecrîda li gund û bajarên Kurdistanê hem bandorê li ser liv û tevgera civaka gundiyan dike, hem jî bandorê li ser hilberîn û bedarê dike.

Çandinî, çotkarî û sewalkariya gundan çavkaniya aboriya welatekî ye. Welatekî ku bixwaze di qada aborî de pêş bikeve û debarek qurt bike, divê piştgiriyek xurt bide gundiyan. Lê îro em dibînin li gundên Kurdistanê li şûna piştgirî bê dayîn, tên tecrîdkirin. Ketin û derketina gundan tên qedexekirin. Liv û tevgera li gund û çoltaran tê qedexekirin. Gundî bê nefes tên hiştin. Welat û dewletek ku gundiyan tevcrîd bike, di heman demê de pêşeroja xwe tecrîd dike. Çavkaniya xwe ya debor, aborî, hilberîn û ruhê civakî pûç dike. Tecrîdkirina gundan tecrîdkirina welatekî ye.

Heta ku her kes nekeve ferqa vê tecrîdê û bi awayekî vê tecrîdê hîs nekin, ev tecrîda ku 24 sal berê li Îmraliyê dest pê kiriye û pêl bi pêl belav dibe, dê gundiyan bênefes û bêteqet bihêle.

Kes, civak, rêxistin û welatên ku naxwazin bênefes bimînin, divê vê tecrîda heyî bibînin û li dijî vê tecrîdê têkevin nava hewldanan.

Kengî hewldan û nerazîbên li dijî tecrîdê pêş ketin, wê demê tecrîda li gundan, qedexe û operasyonên li gundan dê bi dawî bibe. Kengî operasyon û tecrîda li gnudan bi dawî bû, wê demê dê ew welat di qada aborî, siyasî, civakî û çandî de pêş bikeve.

Nûçeyên Têkildar