Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê re hate girtin û ji sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe re axivî bû lê telefon hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve jî tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên girtin. Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re gelek caran serlêdan kirin lê ev serlêdan yan bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayê disiplînê” hatin redkirin.
Cezayê disiplînê yê bê hincet
Li dijî qedexeya hevdîtina bi malbatê re parêzeran herî dawî di 23’yê kanûna 2022’yan de serî li 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran bi hinceta biryara qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan hate redkirin. Têkildarî naveroka biryara redkirinê tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin. Tenê hat gotin ku “cezayê disiplînê” heye. Parêzeran ji bo rakirina biryarê di 10’ê çileyê de serlêdana îtîrazê ji bo 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê kirin. Dadgehê di heman rojê de bi heman hincetê îtîraza parêzeran red kir.
Biryarên qedexeya hevdîtinan ya bê bingeh û bê naverok
Parêzeren piştî erdheja 6’ê sibatê ya Mereşê ku bandoreke mezin li gelek bajaran kir, ji bo hevdîtina parêzer û malbatan careke din serlêdan kir. Parêzer hîn bûn ku di 21’ê kanûna 2022’yan de ji bo 3 mehan derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muwekîlên wan ên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de biryara qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan de hatiye dayîn û biryara qedexeyê di 10’ê çileya 2023’yan de teqez bûye. Parêzeran tevî vê yekê jî ji bo hevdîtina parêzeran hefteyê du caran û ji bo hevdîtina bi malbatan re jî hefteyê carekê serlêdan kirin.
Parêzeran di 6’ê nîsana 2023’yan de cûda cûda ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê serlêdan kirin. Serlêdan hewaleyî 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hatin kirin û dadgeriyê di 12’ê nîsanê de serlêdana ji bo hevdîtinê û îtîrazên parêzeran red kir. Li gel ku biryara qedexeyê ya berê hêjta ne qediya bû jî dadgeriyê destnîşan kir ku di 15’ê adarê de ji bo qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê re biryareke din dane, biryar di 30’ê adarê de teqez bûye û bi vê sedemê jî serlêdana ji bo hevdîtinê red kiriye.
Parêzeran, di 14’ê nîsanê de ev biryar bi 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê. Dadgehê îtîraza parêzeran di 30’ê nîsanê de red kir û biryar teqez bû. Bi vê yekê re derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah de biryareke nû ya hevdîtina qedexeya bi malbatê re hate dayîn.
Ceza li ser ceza tê dayîn lê wek lîstoka zarokan tev jî bê sebeb in
Her wiha tevî ku biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 27’ê cotmeha 2022’yan de teqez bûbû bi dawî bû jî, ne dozgeriyê û ne jî rêveberiya girtîgehê tu bersiv nedidan serlêdanan.
Parêzeran ji bo hevdîtinê bi parêzeran re di 27’ê nîsana 2023’yan de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Lê belê dadgeriyê bersiv neda serlêdanê. Li şûna dadgeriyê, 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê teblîg ji parêzeran re şand. Di teblîgê de cih da biryara 3’yemîn Dadgeha Cezayan a Bursayê. Di biryara teblîgê de hat destnîşankirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryareke nû ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatiye dayîn.
Hat zanîn ku parêzeran li dijî biryarên qedexeyê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdanên şexsî kirine.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk a xwînxwarê kurd li dijî her cûrê destkeftî û pîroziyê kurdan şerekî bêexlaq û namerdî dimeşîne. Her wiha li dijî Rêberê mirovahiyê tecrîdek ku tu mînakê wê ne di cihanê de ne jî di dîrokê de hatiye dîtin dide meşandin. Lê ev dewlet çixwas bêexlaq û paya xwe ji mirovahiyê negirtibe jî wê gelê kurd û mirovahî xwedî li Rêberê xwe derkevin û hesab ji dijminê mirovahiyê bigrin.