Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Qenciyekî li zarokên xwe bikin û wan hînî zimanê kurdî bikin’

Ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19), gelemperiya cîhanê neçar ma ku di malên xwe de bimînin. Ev yek her çiqas di hêla aborî, derûnî û sosyalîteyê de pirsgirêkên cidî bi xwe re anîbin jî, ji bo demveqetandina gelek tiştan jî firsendek tê dîtin. Yek ji van mijaran jî pêşxistina zimanê kurdî ye. Têkildarî mijarê mamosteyên zimanê kurdî yên Amedê ji Jinnewsê bi Medya Uren re axivîn.

Ji mamosteyan Bêrîtan Gurbet got ku ziman hebûna gel û neteweyane û wiha dom kir: “Ji bo ku gel bikarin hebûn, çand û dîroka xwe bizanin û biparêzin, hewcehî bi zimanê dayikê heye. Ji bo fêrbûn û pêşvebirinê ziman jî hewcehî bi fêrgeh û dibistanan heye ku ev jî mafê her gelekî ye. Mal jî dibistanên yekemînin. Divê em di malê de fêr bibin û fêr bikin. Guh bidin çîrok, stran, lîstok û metelokên kalan. Di rewşa heyî de dem jî zêde ye. Ango ji bo hînbûn û pêşvebirina ziman dem zêde ye. Ji ber ku em di serdema teknolojiyê de ne em dikarin li ser tora civakî jî xwe pêş bixin. Bernameyên perwerdeya ziman, pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî hene ku em dikarin jê sûd bigirin.”

‘Mal fêrgeha herî mezin e’

Mamoste Belqîz Bîtkîn jî daxuyand ku hemû kes dikare di rojên karantînayê de zimanê xwe pêş bixe û wiha pê de çû: “Darekê bi fikirin. Ger ku pelê wê tune bin û berhem nede, ew dar bi kêrî  tiştekî nayê. Ziman jî ji bo civakê ew pel û berhem e. Çawa ku dar bêyî berhem ne zindî ye, civak ji bêyî ziman ne zindî ye. Ji ber vê yekê jî em neçarin ziman xwe fêr bibin û pêş bixin. Ev rojên karantînayê ji bo me firsendeke mezin e. Divê em hînî zimanê xwe bibin û pêş bixin. Mal fêrgeha herî mezin e.”

‘Dar bê kok, civak jî bêyî ziman nabe’

Bi mijarê têkildar mamoste Leyla Bagitir jî nêrînên xwe wiha parve kir: “Zimanê me bi êrîşên pişaftinê re rû bi rû ye. Raste zimanekî kevnar zû bi zû nikare bê tunekirin lê nayê wê wateyê ku wê tune nebe. Divê têkoşîna ji bo ziman her tim bidome. Dar bêyî kok, civak jî bêyî ziman nabe. Ji bo civakê divê em kedê bidin. Li ser medyaya civakî, bi xwendina pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî, bi guhdarkirina çîrok û stranên kurdî re jî em ê bikaribin pêşketinên mezin çêbikin.  Divê em bi hev re bixwînin lêkolîn bikin û fêr bibin.”

‘Qenciyekî li zarokên xwe bikin û wan hînî kurdî bikin’

Mamosteya pêşdibistanê Cejnayê jî ev tişt anî ziman: “Divê di van rojên îzalasyonê de em mala xwe bikin dibistan. Malbat û bi taybet jî zarok di vê pêvajoyê de zehmetiyan dijîn. Divê di aliyê derûnî de em ji zarokan re bibin alîkar. Wê demê em dikarin van rojan berhemdartir derbas bikin. Ji bo zarokan çîrok, metelok û pêkenokan bi kurdî bibêjin. Stran û çanda kurdî fêr bikin. Ya herî girîng jî ji bo pêşvebirina ziman perwerde bikin. Di malê de bi hev re fêr bibin û fêr bikin. Qenciyek li xwe û zarokên xwe bikin û wan bi rastiya wan mezin bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar