Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Qendîl çiraya dewleta tirk tefand!

Jixwe piştî çalakiya li Amedê hemû navendên leşkerî yên tirk her şev çirayên xwe ditefînin. Her şev bi tirsa dê gerîla dîsa bi 'maketên xwe yên biçûk' êrîşî navendên wan ên ku di nav de çekên herî nû û pêşketî hene, bike heye. Niha em dibînin kesên ku digotin em ê çiraya Qendîlê bitefînin, niha bi xwe her şev ji tirsa çiraya xwe ditefînin

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk di 24’ê Nîsanê de bi piştgiriya Amerîka, Yekitiya Ewropayê, NATO û hîn hêzên herêmî yên wek PDK û Iraqê êrîşê Qadên Parastên yên Medyayê kir. Jixwe Tevgera Azadî û gelê kurd piştî têkçûyana dewleta tirk a li Garê bendê bûn ku dê êrîşeke wisa berfireh bê destpêkirin. Wisa jî bû. Tam di roja salvegera Qirkirina Ermeniyan de ku ev roj jî ne tesadûf e, êrîşeke berfireh hat destpêkirin. Bêguman li hemberî vê êrîşa dewleta tirk a dagirker gerîlayên azadiyên jî amadekariyên xwe kiribûn.

Dewleta tirk her çiqas di vê êrîşê xwe de wek yê Garê propagandayeke mezin nekibe jî dîsa bi pozbilindiya xwe ‘dê ez ê nava hefteyekê de her derê dagir bikim’ tevgeriya û wekî her carê dîsa xwe spart çekên xwe û hêzên ku piştgiriyê dide wê, hêz û berxwedana bêhempa ya tevgera azadiyê biçûk dît.

Jixwe piştî destpêkirina êrîşa dagirkeriyê di axaftina rayaderên dewletê jî hat dîtin ku çawa tevgera azadiyê biçûk dibînin û dîsa wekî her carê îdiakirin ku dê vê carê dawî li Tevgera Azadiya Kurdistanê bînin.

Mikûrhatina dewletê

Mînak Wezîrê Parastinê ya tirk Hulûsî Akar di axaftinek xwe de wiha gotibû: “Em hemû dibînin ku êdî çirayên Qendîlê tên tefandin û dawiya wan tên. Em dixwazin ev tişt baş bê famkirin û bendê ne ku radestî edaletê bibin.”
Tenê ne Akar gelek rayederên bilind ên dewleta tirk vê tiştî îdia kiribûn û gotibûn ku êdî çiraya Qendilê tê tefandin û dawiya wan hat.
Lê li ser êrîşê dagirkeriyê mehek derbas bû û dewleta tirk a dagirker hê jî negihiştiye meqset û miradê xwe. Ne tenê dewleta tirk hêzên ku bi her alî ve alîkarî didin wê jî negihiştin armanca xwe.

Bêyî li dû xwe binêrin direvin

Her roj li herêmê agahiyên kuştina leşkerên tirk, çawa bêyî ku li dû xwe binêrîn ji berxwedana gerîla direwin û hwd. tên. Jixwe mirov têkçûyîna dewlet tirk di nûçe û nirxandina wan de jî dîbîne. Heta rayedarên wan bi devê xwe çawa li hemberî gerîla têk diçin, îtiraf kirin û dikin. Herî dawî Hulusî Akar di roportajeke xwe de li xwe mikur hatibû ku li hemberî gerîlayan nikarin pêş biçin û derbên giran dixwin.

Starta serdemeke nû

Gerîlayên azadiyê bi taktîkên xwe yên nû li çiyayên Kurdistanê derbên gelek mezin ku dê bibe dawiya dewleta tirk, dixe. Tenê ne li çiyayan, li deştê û hewayî jî li dijî dagirkeriyê çalakiyên bi bandor pêk tînin.

Herî dawî Hêzên Hewayî ya Şehîd Delal şeva 19’ê gulanê li dijî Fermandariya Navendî ya Jet a Bingehîn a 8’emîn a li Amedê ya artêşa tirk çalakiyekek serkeftî pêk anî. Du roj piştî Amedê, li Êlih û Şirnexê jî bi heman rengî çalakî pêk hatin. Ev çalakiya gerîla hê jî di rojevê de ye û bi taybetî di rojeva dewleta tirk de ye.
Gerîlayên azadiyê bi çalakiya ku li Amedê pêk anîn starta sedemeke nû dan destpêkirin. Êdî ne tenê li bejahî dê li hewayî jî çalakiyên serkeftî li dijî dagirkeriyê pêk bînin.

Tevlibûna gel divê

Lê ev serdema nû bêyî tevlibûna gel nabe. Divê gelê kurd li her derê Kurdistanê û derveyî welat bi çalakiyên xwe tev li serdema nû bibe û li gel berxwedana gerîla û tevgera azadiyê cihê xwe bigire.

Tirsa ji çalakiyên gerîla

Jixwe piştî çalakiya li Amedê hemû navendên leşkerî yên tirk her şev çirayên xwe ditefînin. Her şev bi tirsa dê gerîla dîsa bi ‘maketên xwe yên biçûk’ êrîşî navendên wan ên ku di nav de çekên herî nû û pêşketî hene, bike heye.

Niha em dibînin kesên ku digotin em ê çiraya Qendîlê bitefînin, niha bi xwe her şev ji tirsan çiraya xwe ditefînin. Yanî Qendîl çiraya dewleta tirk tefand!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar