Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Qer û Gulezer hatine jibîrkirin

Gora Qer û Gulezer ya du evîndarane ku evîndariya wana ji beriya 500 salan çêbûye. Gora Qer û Gulezer li gundê Pilingan ê ser bi navçeya Ranya ya devera Raperînê ye. Tevî ku ev gor li deverê wekî cihekî giring yê dîrokî tê nasîn, lê ji ber bêxemiya aliyên peywendîdar niha metirsiya xirabûnê li ser gora Qer û Gulezer çêbûye

Qer û Gulezer destaneke evîndarî wekî ya Xec û Siyabend, Mem û Zîne. Ev destana evîndarî ji beriya 500 salan di serdema Sefewî û Osmaniyan de çêbûye. Destanekî hunerî ye lê rastiyekî xwe ya dîrokî jî heye.

Nivîskar û dîroknas Îsmaîl Nurdînî û welatiyê gundê Pilingan Mihemed Osman ku çîroka evîndarî ya Qer û Gulezer ji bav û bapîran guhdarkirine ji Rojnews’ê re qala vê destaneya evîndarî kirin.

Kurte çîroka Qer û Gulezer

Qer kurê Ferecûlaxanî Sindusî yê ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Gulezer jî keça Hemedê Başaxayî yê ji Hoza Ako ya li navçeya Ranya bû. Di demên berê de kesên ku lawiran xwedî dikirin di werza Havînê de ji herêma Raperîn berê xwe didan zozanên Qendîlê yên dikevin aliyê Rojhilatê Kurdistanê. Welatiyên rojhilatê Kurdistanê jî berê xwe didan heman zozanan. Li wê derê koçer tevlîhev dibûn. Bi vî awayî Qer û Gulezer hevdû nasdikin.

Heskirina Qer ya ji Gulezer re ewqas zêde bû ku Qer hemû tac û textê paşayetî yê Sindûsê Mukiryan li rojhilatê Kurdistan di cihde bi hêle û berê xwe bide başûrê Kurdistanê. Qer gelek salan dibe şivanê bavê Gulezer Mihemedê Başaxa. Rojek di werza Havînê de Gulezer nexweş dikeve, daxwaza befra zozanan ji Qer dike. Qer heya ji zozan befir ji Gulezer re tîne, dibîne ku Gulezer jiyana xwe jidestdaye. Qer diçe ser gora Gulezer ya li gundê Pilingan û li wêderê ji qehran jiyana xwe ji destdide. Piştre gora Qer jî li tenişt gora Gulezer tê çikirin.

Nivîskar û Dîroknas Îsmaîl Nurdînî li ser vê çîroka evîndarî hîn zêdetir zanyarî da û wiha got; “Piştî ku her du evîndar jiyana xwe jidest didin, Qer û Gulezer dibin yek ji beytên dildarî di nava hunera Kurdî de. Yekem car ji aliyê Oskarmanê Elman bi zimanekî çîrokî ku ji aliyê nivîskarê ji Mihabada rojhilatê Kurdistan Rehman Bekir ve bi zimanê almanî hatibû wergerkirin tevî hinek beytên dinjî  di sala 1905’an de pirtûkekî ji du cildan li Berlînê çap dike û belav dike. Di sala 1970’an de jî Mamosta Hêmin Mukiryanî vê çîrokê ji zimanê farisî di wergerîne zimanê Kurdî û li Bexda çap dike.”

Îsmaîl Nurdîn her wiha diyar kir ku ger giringî bi gora Qer û Gulezer were dayîn wê wekî şunwarekî dîrokî xwedî giringiyek mezin be.

Welatiyê ji gundê Pilingan Mihemed Osman jî têkildarî cihê gorê wiha got: “Di sala 1977’an de hikûmeta wê demê ya Iraqê bi hinceta ku rê dikeve rastî gorê, gora Qer û Gulezer xira kirin. Gelek hewildan hatin kirin ji bo gor nekeve dibin cadeyê de, lê gor xirap kirin. Piştre bi hewildanên bavê min gor hat veguhestin ji bo pişt cadeyê.”

Her wiha Mihemed Osman diyar kir ku niha metirsiya rûxînê li ser gorê çêbûye, Mihemed Osman destnîşan kir ku di berê de nûjenkirinek ne zanistî ji gorê re hatiye kirin, ji ber wê divê aliyên peywendîdar erkê parastina vî cihê dîrokî bigrin ser milên xwe.

Têkildarî girîngiya şunwarên dîrokî, parastina wan û metirsiya rûxînê li ser şunwarên dîrokî li herêma Raperînê Rêvebirê Rêvebertiya Şunwarên Raperîn Berzan Bayîz ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Wekî Rêvebertiya Şunwaran li Raperîn me projeyekî ji bo parastina cihên dîrokî li herêma Raperîn amade kiriye. Ger hikûmet planekî baş hebe dikarin sudekî baş ji dahata van şunwarên dîrokî were girtin, wê gelek geştiyar ji bo serdana van cihan werin vê deverê.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar