Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Qêrîna dayikekê: Gelo ma ev ji xwedê jî natirsin?

Berxwedana dayikên girtiyan a li Pirsûs û Wêranşarê berdewam e. Dayik di roja 7’emîn de çalakiya xwe ya nobedê didomînin. Dayikan got ku divê êdî daxwaza zarokên wan bê qebûlkirin û diyar kir ku divê ev bê wijdanî bi dawî bibe

Bi armanca piştgiriya bi çalakiya grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û rewş wan, dayikên girtiyan ên Wêranşar û Pirsûs a Rihayê jî di çalakiya nobedê de ne.

Dayikên girtiyan li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wêranşarê çalakiya xwe di roja 7’emîn de berdewam dikin. Tevî zextên polîsan jî, her roj bi dehan kes diçin serdana dayikan û piştgiriyê didin çalakiya wan. Têkildarî mijarê ji dayikên çalakvan Emîne Surer anî ziman ku divê her kes xwedî li grevên birçîbûnê derkeve û wiha domand: “Bila êdî daxwaza zarokên me bê qebûlkirin. Gelo ma ev qet ji xwedê jî natirsin? Ev yek bêwijdanî ye. Divê êdî dawî li vê bêwijdaniyê bînin. Zarokên me dimirin. Bêyî ew bimirin divê tiştek were kirin.”

Li Pirsûsê tevî dorpêçê jî çalakî didome

Her wiha çalakiya dayikên girtiyan a li avahiya HDP’ê ya Pirsûsê jî berdewam e. Piştî ku çalakiya dayikan dest pê kir, polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û ev dorpêç hîn jî berdewam e. Lê tevî vê yekê jî di nava rojê de gelek welatiyan dayikên çalakvan ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar