Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Qetilkirina Denîz Poyraz û doza girtina HDP’ê

Di 17’ê Hezîranê de jineke kurd, endameke HDP’ê ya bi navê Denîz Poyraz ji aliyê endamekî şerê taybet û kontgerîla yê dewletê ve li nava Îzmîrê hate qetilkirin. Qetilkirina Denîzê, tiştê ku bi vê çalakiyê hat/dihat armanckirin, encamên vê êrîşa hovane û daxwaza girtina HDP’ê û tasfiyekirina siyaseta demokratîk nêzikatiya dewletê ya li dijî kurdan û HDP’ê nîşan dide û projeksiyoneke siyasî ya ji îro şûnde jî radixe ber çavan.

Hem li nava Îzmîrê qetilkirina jineke kurd, hem qebûlkirina doznameya bo girtina HDP’ê parçeyên polîtîkayeke yekpare yên dewletê ne. Profîla kujerê Denîzê û pêwendiyên wî yên ligel hêz û aliyên kûr ên dewletê yek bi yek bi encamên Konsepta 2015’an ve girêdayî ne. Ev konsept jî beriya her tiştî xwe dispêre dijminahiyeke kûr û dirêj a li hemberî gelê kurd û kodên nû yên siyaseta Tirkiyeyê û atmosfera siyasî di nav xwe de dihewîne. Ji bo wê jî em dikarin vê atmosferê wek replîka û berdewama pêvajoya di navbera 7’ê Hezîranê-1’ê Mijdara 2015’an de binirxînin.

Gelê kurd û nûnerên siyasî yên gelê kurd, nemaze sed sal in, ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têkoşîneke bêhempa ya rûmet, xwebûn û hebûnê didin. Ji bo wê jî heta niha rastî gelek zext û zor, êrîş û suîqestan hatine. Di riya azadiyê de gelek berdêlên giran hatina dayîn û îro jî tên dayîn. Ji hovîtiya merasima oxirkirina Vedat Aydin bigire heta qetilkirina Apê Mûsa, Mehmet Sîncar û Tahir Elçî, repertûara qetlîaman a hêzên kontrgerîla yên dewletê gelek berfireh, piralî û kûr e. Destên qirêj ên ku li Parîsê Sakîne, Leyla û Fîdan kuştin, niha jî li Îzmîrê jineke kurd qetil kir.

Di sala 2015’an de dewleta tirk, di nav qeyraneke epîstemolojîk a man û nemanê de pêvajoyeke nû da destpêkirin. Li aliyekî pêvajoya aştiyê hatibû destpêkirin, lê li aliyê din jî nêzî 600 qerekol û qeleqol hatibûn avakirin û amadekariya konsepteke nû ya îmhayê hatibû kirin. Piştî bidawîkirina pêvajoya diyalog û aştiyê, dewlet cardin vegeriya kodên xwe yên destpêkê û konsepteke nû xiste meriyetê. Ew konsept ji wê rojê heta bi sîstematîk tê meşandin û xisareke gelek mezin derxist meydanê.

Ew konsepta ku em îro wek Konsepta 2015’an bi nav dikin, di rastiyê de berdewam û forma nû ya Konsepta 1993’yan e û encam û geşedanên wê jî divê di wê çarçoveyê de bê nirxandin. Ji bo wê jî çawa ku piştî Konsepta 93’an di sala 1994’an de DEP hatibû girtin, li dor Konsepta 2015’an jî dixwazin HDP’ê bigirin. Çawa ku li gorî Konsepta 93’an gund hatin valakirin, êrîş û zexteke mezin li gelê kurd hate kirin, suîqest û kuştîn hatin pêkanîn, îro jî wek berdewama vê zihniyeta qirêj li Îzmîrê jineke kurd rastî êrîşeke hovane hat. Îro jî kurd ji helîkopteran tên avêtin, îro jî ew konsept tê meşandin û îro jî wek encama wê konseptê dixwazin HDP’ê bigirin.

Li gorî wê konseptê ne tenê li Bakur, li her parçeyê Kurdistanê hemû destkeftiyên kurdan ji bo dewletê wek tehdîd hatin dîtin û ji bo berterefkirin û têkbirina wan hemû derfet hatin seferberkirin. Li Bakur qada siyaseta demokratîk hate tengkirin, şaredariyên kurdan hatin desteserkirin, bi hezaran nûner hatin binçavkirin û girtin. Avahiyên HDP’ê, çalakî û mîtîngên HDP’ê wek hedef hatin girtin û gelek kes bi awayekî hovane hatin kuştin. Li aliyekî gerînekeke tundiyê hate avakirin, li aliyê din jî qada siyaseta demokratîk hate astengkirin. Girtina HDP’ê û tasfiyekirin û astengkirina siyaseta demokratîk armanca nîhaî ya vê konseptê bû. Niha jî dixwazin şert û mercên wê, bingeha vê pêvajoyê ava bikin û HDP’ê bigirin û siyasetê li siyasetmedarên kurd û dostên wan bidin qedexekirin.

Piştî bidawîkirina pêvajoya aştiyê û ji sala 2015’an vir ve pêleke mezin a Kurdofobiayê bi awayekî sîstematîk hem di nava rayedarên dewletê de, hem jî di nava gel de tê avakirin û belavkirin. Bi belavkirina vê pêlê hem dixwazin rê li ber bertekên li dijî kiryarên xwe yên faşîst bigirin, hem jî hîsteriyeke nijadparêz dermale dikin da ku dijminahiya xwe ya li dijî gelê kurd bikin wek normekê.

Ji dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê heta polîtîkayên qeyûman, ji nîqaş, rojev û pratîkên li ser girtina HDP’ê tên meşandin heta Doza Kobaniyê û qetilkirina Denîzê hemû hewldan û motivasyona rayedarên dewletê li ser mirazekê dimeşe: Tepisandina kurdan! Bi vî awayî di riya avakarina komareke faşîst de beriya her tiştî kurdan û hêza şoregşer a Tevgera Azadiyê ji xwe re wek astengiya herî mezin dibînin.  Loma wek encama van polîtîkayên sîstematîk dixwazin “peymaneke bêdengmayînê” ava bikin û di serî de gelê kurd û tevahiya civakê bêdeng û bêbertek bihêlin.

Ew baş dizanin ku ger kurd winda bikin, hêviya demokrasî û wekheviyê jî wê winda bike. Ger HDP bikeve, êdî wê kes nikare ji erdê rabe. Tifaqa faşîst vê yekê pir baş dizane. Ya girîng ev e ku muxalefeta li Tirkiyeyê jî vê yekê dibîne. Her guleya ku li kurdan tê reşandin paşeroja gelên Tirkiyeyê jî tê tarîkirin. Bêguman, em dizanin ku yên bi Peymana Tirkbûnê hatin ba hev vê yekê bi zanebûn fêm nakin. Ji bo wê jî kurd baş dizanin ku ew êrîşa ku li hevala me ya Denîzê hat kirin û daxwaza girtina HDP’ê, êrîşeke piralî ya li ser nirx û heqîqeta me ye.

Li Îzmîrê di şexsê Denîzê de jiyan, têkoşîn û berxwedana gelê kurd wek hedef hat girtin. Îro dijminahiya wan a li hemberî kurdan tu sînoran nas nake. Ji bo wê jî li her derê hemû destkeftiyên kurdan ji xwe re wek tehdîd dibînin û dixwazin wê tune bikin. Loma jî hem qetilkirina Denîzê, hem kûrkirina gerîneka tundiyê û hem jî daxwaza girtina HDP’ê û tasfiyekirina siyaseta demokratîk, wek encama vê polîtîkaya sîstematîk di meriyetê de ye. Helbet kurd û nûnerên kurdan ne tenê îro lê ev bi salan e bi van êrîşan re rû bi rû ne. Miqabilî zext û zorên dewletê, hefizeyeke kûr a berxwedan û têkoşînê ya gelê kurd jî hatiye avakirin. Di ronahiyê wê mîrasê de meşa azadiyê ya gelê kurd wê tu carî raneweste û heta serkeftinê bi bawerî bidome.

Nûçeyên Têkildar