Navenda Nûçeyan |
Di 29’ê tîrmehê de 7 kesên ji malbata Dedeogûllari li Merama Konyayê ji aliyê nijadperestên tirk ve hatibûn qetilkirin.
Hevjîn, dayik, bav û birayê kujer Mehmet Altûn jî tê de 10 kes di 3’ê tebaxê de hatibûn binçavkirin lê Mehmet Altûn hê jî nehatiye binçavkirin.
Parêzerê malbatê Abdurahman Karabûlût diyar kir ku êrîş bi plan e û li ser twîtterê ev agahî belav kir: “Derket holê ku kesê qetlîam kiriye ne bi tenê ye. Piştî 12’ê gulanê dema êrîşî malbata Dedeogûllari hate kirin, malbata êrîşkar li ser Whatsappê komek ava kiriye û bi awayekî organîzekirî ev qetlîam kirine.”