Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin. Bi wesîleya salvegera qetlîamê li Londona Îngilistanê li pêşiya konsolosxaneya Fransayê çalakiyeke protestokirinê hat lidarxistin.
Çalakî bi pêşengtiya Meclisa Jinên Kurd û Yekitiya Jinên Sosyalîst hat lidarxistin.
Jinan nerazîbûn nîşan dan ku Fransa qetlîamê ronî nake û bal kişandin ser vî tiştî ku kujerên her sê jinên şoreşger ên kurd hê jî nehatine darzizandin.
Di çalakiyê de hat diyarkirin qetlîam bi awayekî aşkera ji aliyê rejîma Erdogan a faşîst hatiye kirin û wiha hat gotin: “Bi ruhê Sarayan têkoşîna azadiya jinan li Rojhilata Navîn û li her çar parçeyê Kurdistanê didome.”
Piştî daxuyaniyê jinan çelengeke reş danîn pêşiya avahiyê. LONDON