Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Qeyda îşkenceya ku leşker li şivanan dikin derket holê

Li Rûbarokê wêne û qeyda dengên 4 ciwanên ji aliyê polîsan ve bi lêdanê re rûbirû man derketin holê. Di qeyda deng de leşker heqaretên giran li ciwanan dikin û tê xuyakirin ku li ciwanan didin. 

Li gundê Bêruhê yê li herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê, ciwanên ku pezên xwe birin ser avê, leşkeran êrişî wan kir. Serhat T. yê 16 salî piştî ku pezê xwe bir ser avê, leşkerên Qereqola Yeşîltaşê jê re gotine “Çi karê te li vir heye? Hûn li vir çi dikin?” û êrişî wî dikin.

Xizmên Serkan T., Ercan O. û Selah T. yên li cem Serhat T. ji ber ku gazî leşkeran kirine ku li ciwanan nexin û ji ber ku tiştên qewimîn tomar kirine, leşkeran li her 4 ciwanan xistin û ew kirin binçavan. Leşkaran di binçavan de dest danîn ser telefonên ciwanan. Leşker ji ber ku di telefonekê de wêneyê hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dîtin, heqaret li Demîrtaş û ciwanan kirin. Ciwan li Qereqola Leşkeriyê ya Rûbarokê tên ragirtin.
Di wêneyên Serhat T. De tê xuyakirin ku germila wî reş û şîn bûye û ji ber pitşa wî birîndar bûye tê tedawîkirin. Ji bo îfadeya ciwanan bê girtin dê wan bibin navçeya Şemzînanê.
Qeyda deng
Di kêliya êrişê ango bûyerê de qeyda dengên leşkeran derket holê. Di qeyda deng de tê bihîstin ku leşker bê navber heqaret û çêran li ciwanan dikin. Di dîmen de tê bihîstin ku leşker dibêjin, “Wek terorîstan tevger nekin.” Ciwan jî dibêjin, “Qey gelo em şivaniyê jî nekin, em pezê xwe jî neçêrînin?” Piştî van gotinan leşker êrişî ciwanan dikin û hin leşker dikevin navbêr hewl didin rewşê aram bikin.
Piştre ciwanan dibin baregeha leşkerî. Di dîmen de tê bihîstin ku û leşkerek (tê gotin fermandar e) qîr dike ciwanan. Di deng de tê bihîstin ku tu çêrek (dijûn) nemaye ku leşker bi ciwanan nekin. Çi tê ber devê an dibêjin. Ew “fermandar” dibêje, “ez ê vê dinyayê li we teng bikim. Ez ê dev û pozê we tije xwîn bikim.” Paşê jî dengê qajîn û qêrîna ciwanan tê bihîstin.
Qeyda deng ji 58 deqîqeyan pêk tê û hin beşên heqaret û muameleya xerab ku li ciwanan hatiye kirin wiha ne:
Leşker: We li wir çidikir. Ji rûyê we ve zilamek min nexweş ket. (heqaret û çêr)
Ciwan: Çima ji rûyê me ve bûye, em li vir şivaniyê dikin. Me çi kiriye. Ma qey em şivaniyê jî nekin?
Leşker: Şivaniya çi law, zilam ta we ji ku anî?
Ciwan: Em her roj li wir pezê xwe diçêrînin .
Leşker: Zilamê me di rûyê we de nexweş ketiye, tu hatiyî ji min re qala şivaniyê dikî.
Ciwan: Zilam nexweş ketiye, ma qey me kiriye? Çi sûcê me heye, me çi kiriye?
Leşker: Ji rûyê we ve wisa bû, wexta li pey we dibeziya wisa bû.
Ciwan: Qey ez ji bo xêra bavê xwe li vir im, ez mecbûr im bixebitim.
Leşker: Law tu ne xêra bavê xwe, ewqas cî heye çima diçî cihê qedexe?
Ciwan: Çimkî tiştek ku sewalên me li vir bixwe tune ye.
Leşker: Gelo çi kare we li herêma qedexe heye?
Ciwan: Me nizanibû ku qedexe ye. Kesî ji me re negot ku qedexe ye.
Leşker: Hemû gund dizane, ma hûn nizanin?
Ciwan: Duh jî ez li wir bûm, Çima weduh vê muameleye nekir?
Leşker: Me çi ne kiriye law?
Ciwan: Duh ez li wir bûm.
Leşeker: Duh yên ku kevir avêtin leşekran jî hûn bûn?
Ciwan: Me kevi neavêtiye leşkeran. Kare me şivanî ye, em wek din xwe tev li  tiştekî din nakin.
Leşker: Ez ê te bikujim, te fêm kir?
Ciwan: Hûn ê hesaba tiştên we li me kirin bidin
Leşker: Ne axive len bimeşe
Ciwan: Kes ne xulamê bavê te ye, tu dê hesaba van tiştên te li me kirî bidî
Leşker: Ji min re artîstiyê neke, ez ê li te bidim û te bikujim, fêm dikî? (Dengê dehf danê û qêrînê)
Ciwan: Dê hadê li min bide de li min bide
Fermandar: Kuçikno ew zilam ji ber we dimir, rast bisekine len rast bisekine. Derxîne çenteyî. Leşkerê min ji ber we dimir len. Heywanên heywan. (xeber û heqaret)
Ciwan: Fermandarê min weleh me tiştek nekiriye, em şivantiyê dikin.
Fermandar: Tu dê çîroka şivantiyê ne ji min re ji hin kesên din re vebêjî len. Kuçikno ji terorîstan zêdetir bi we re mijûl dibim.
Fermandar: Len li wir giya nîne, hûn çawa şivantiyê dikin ûlen.
Ciwan: Fermandarê min weleh em şivantiyê dikin.
Fermandar: Bila tiştek bi wî zilamê min were (xeber, heqaret) we bihîst len? Bila tiştek bi wî zilamê min were ez ê feleka we şaş bikim. Derbasî vir bibe derbas be. Kar û xebata min nîne ez ê bi we re mijûl bim dewarên dewar. Bila tiştek bi wî zilamî were kî de hesaba vê bide ûlen. Ew zilam îşev venegere ez ê ji we re bibim jehr. Xwedê bela min bide ez ê ji we hemûyan re bibim jehr. Ev du sal in ez bi vî zilamî re dixwim û vedixwim. Temam? Bila tiştek bi vî zilamî were ez şîrê dayika we di difina we de bînim.
Leşkerekî din: Kesê li vê herêmê bêhnê bi we bide standin…(heqaret)
Fermandar: Ji wan kûçikên ku dê bên vir re bêjin, ez ê…..(heqaret) ka bila tiştek bi wî zilamê min were.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar