Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Qeyûm alîkariya ku gund bi gund dihat kirin asteng kir

Li Bazarcixa ku lê erdhej çêbûyî qeyûm tayînî Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê hate kirin. Navendê di 9 rojan de bi sedan dilxwazan re bi dehan TIR alîkarî belav kir û ji 50 gundan re xizmeta tenduristiyê da.

Di pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û komeleyên herêmê de li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdheja çêbûyî ye, Navenda Koordînasyona Krîzê hatibû avakirin. Duh qeyû m tayînî vê navendê hate kirin. Qeymeqam Mûstafa Hamît Kiyici bi gelek leşkeran hate navenda ku li gundê Hasankoca û diyar kir ku wê xebatên li vê derê ji aliyê koordînatorên ku tayîn bikin ve bên kirin. Endamên HDP’ê û dilxwazan ev yek qebûl nekirin û biryar girtin ku xebatan li qadên cuda bimeşînin.

Xebata kollektîf

HDP û komeleyên herêmê rojek piştî erdheja di 6’ê sibatê de çêbûyî hatin bajêr û dest bi xebatan kirin. Bi sedan kesên ji her çar aliyên Tirkiyeyê û Kurdistanê hatin, ji 7’ê sibatê ve di xebatên navenda koordînasyonê de cih girtin.

Şanoya Bajêr a Amedê, Ma Musîc, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, KASED û gelek endamên rêxistinên sivîl ên civakî bi awayekî çalak di nav xebatan de cih girtin.

Xebatên navendê

Çawa starta xebatê hate destpêkirin, ewilî pêdiviyên mexdûrên erdhejê hatin tespîtkirin. Ji ber ku avahî hilweşiyan û xesareke mezin dîtin birînên welatiyên ku neçar man li derve bimînin yek bi yek hatin dermankirin.

Endamên partiyê û dilxwazan, piştî ku pêdiviyên mexdûrên erdhejê diyar kirin her serê sibê bi komî li navenda bajêr û gundan dest bi belavkirina erzak û xwarinê kirin. Roja ewil a xebatan pêdiviyên lezgîn ên weke betanî, pêlavên zarokan, nivîn, cil û mont li ser vê navenda gihiştin mexdûrên erdhejê. Pişt re alîkariya xwarinê dest pê kir. Hin malbat jî hatin vê navendê û pêdiviyên xwe girtin.

Bi dehan gundan re ketin nav piştevaniyê

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin endamên partiyê û dilxwaz di pêvajoya 9 rojan de xwe gihandin 60’î zêdetir navend û gundan û 50’yî zêdetir TIR, kamyon û kamyonek alîkarî belavkirin.

Gund bi gund xizmeta tenduristiyê

Piştevanî tenê bi vê bi sînor nebû. Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) û kedkarên tenduristiyê yên xwendekarên zanîngehê jî di nav xebatên vê navendê de cih girtin. 15 kedkarên tenduristiyê yên ji Şirnex, Dêrsim, Êlih, Amed, Riha, Mûş, Qers û Stenbolê hatin, xizmeta tenduristiyê ya bi dilxwazî dan û di pêvajoya 9 rojan de xwe gihandin 50 gundan.

Piştî tayînkirina qeyûm kedkarên tenduristiyê jî ji navendê veqetiyan. Kedkarên tenduristiyê biryar dan ku li navendên cuda xizmeta tenduristiyê bidin.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar