Qeyûm û namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla, beriya hilbijartinê zexîre li gel belav dike
Ji hilbijartina 31’ê Adarê re 16 roj man. Beriya hilbijartinê qeyûm li bajarên kurdan malê dewletê û şaredariyê dixe xizmeta xwe û ji bo dengan pêşkêş dike. Yek ji qeyûmê ku malê şaredariyê û dewletê dixe xizmeta xwe, namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atilla ye. Atîlla beriya hilbijartinê zexîre li gel belav dike. Qeyûm li Sumerparkê serlêdanê qebûl dike û propaganda xwe dike. Li aliyê din jî karkeran îxrac dike û li şûna wan karkerên din digire. Qeyûm avahiya şaredariyê ya berê ku li nêzî Mizgefta Mezin e pêşkêşî Muftitîya Bajar kir. Hemû derfetên şaredariyê xistiye xizmeta AKP’ê. Niha li parkan zexîreyên şaredariyê li gel parve dike û propaganda xwe dike. Bi sedan welatiyên dixwazin alîkariyê bistinin li pêş Sumerparkê ketine dorê û dixwazin ji bo zexîre bistînin navê xwe binivîsin. Dîsa li pêş Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Midûrê Şaxa karên Alîkariyê bi sedan welatî ketine dorê û navê xwe dinivîsin. Qeyûm ku li ser agahiyên nasnameyê xebatê dikin, diyar kir ku tê peyam bişîne telefonên wan û bersîva alîkariyê bide wan.
Jina ku ji serê sibê de ketiye dorê û nexwest navê xwe bide wiha got: “AKP her tim beriya hilbijartinê soz dide ku dê alîkariya zexire bike. Her tim ez navê xwe dinivîsim. Lê heta niha alîkarî negihiştiye min. Diyar e ku dê xizmetê bide kê. Xizmetê dide mirovên xwe.” AMED