Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 37’emîn de li Mêrdînê berdewam kir. Di axaftinên çalakiyê de wiha hat gotin: “Roj roja em li derdora HDP’ê bibin xelek. Em vê yekê bikin ku têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bibe.”
Li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê di roja 37’emîn berdewam kir. Çalakî li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê pêk hat. Rêveberên Komeleya 78’an ên Mêrdîn, Amed, Dîlok û Êlihê, wekîl û rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdar bûn. Pankarta ‘Nikarin vîna gel desteser bikin’ hat vekirin û çalakî di bin dorpêça polîsan de pêk hat.
Ji Komeleya 78’an a Dîlokê Atiye Okay axivî û ev tişt anî ziman: “Vîna gel desteser kirin û li ser qoltixa rûdinên. Bi zihniyeta îttîhat û terakiyê tu welat û siyaset nayê birêvebirin. Me di serdema osmaniyan de vê yekê dît. Ji bo welat neyê vê rewşê em têdikoşin. Armanca wan ne demokrasiye armanca wan ew e ku serdema lale berdewam bikin. Me li her deverê dît ku qeyûman çawa diziyê kirin. Ez wek welatiyek Tirkiyeyê şerm dikim. Wa dawiya wan tê. AKP li ber têkçûyînê ye. Bi nasname, rûmet, deng û zîhniyeta vî gelî neleyîzin. Em dixwazin bi biratî û wekhevî bijîn, ji vê xwezayîttir çi heye gelo?”
Pêdiviya herkesî bi demokrasiyê heye
Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan jî destnîşan kir ku heke qeyûman tayîn dikin bila hilbijartin jî pêk neyê û wiha got: “Madem hûn qeyûman tayîn dikin wê demê çima hûn hilbijartinê pêk tînin. Pêdiviya herî kesî bi demokrasiyê heye. Em bang li her kesî dikin; em li dijî van bêdeng bimînin dê siberojê hin bêtir pêdiviya me bi edalet û demokrasiyê çê bibe. Em xwedî li şaredariyên xwe derkevin.”
Qeyûm dizî ye
Cîgirê Hevserokên HDP’ê û parlamenterê Îzmîrê Murat Çepnî destnîşan kir ku qeyûm li dijî vîna gelê kurd zordestiyek faşîst e û wiha axivî: “Qeyûm bertîl xwarin û dizî ye. Ji xelkê didizin û li dostik û komikên xwe belav dikin. Ji ber vê yekê em ê her bêjin dizî ye. Heta em dawî li neheqî û diziyan û bertîlxarinê bînin wê têkoşîna me dewam bike.”
‘Ceza li ciwanan birîn’
Her wiha Çepnî di axaftina xwe de bal kişand ser cezakirinê kesên ji Doza Nisêbînê hatin darizandin û ev tişt anî ziman: “Duh cezayê muebetê li ciwanên ji doza Nisêbînê tên darizandin, hat birîn. Partiya me jî û gelê me jî dê li dijî van têkoşîna xwe dewam bike. Roj roja xwedî derketin û xelekbûna derdora HDP’ê ye. Em vê bikin ku siberoja me azad û rizgar bibe. Ev erdnîgarî erdnîgariya bindestan e. Em ê her biaxivin. Hûn dibînin li gel hemû zext û zilmê jî HDP li ser pêyan e.”
Piştî axaftinan çalaki bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû. MÊRDÎN