Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qeyûm bi srûda îstîklalê ket Şaredariya Colemêrgê

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, girtina Hevşaredaran û tayînkirina qeyûman pekî “Perdeya dawî ya şano” pênase kir û bertekên xwe anîn ziman. Qeyûmê tayînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin jî bi hişê “Fetîhê” bi srûda îstiklalê ket avahiya şaredariyê

Hevşaredarên Navçeya Geverê ya Colemêrgê Remziye Yaşar û Îrfan Sari, Hevşerdarên Nisêbînê Semîre Nêrgîz û Ferhat Kut û Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman piştî hatin girtin, rayedarên dewletê qeyûm tayînî şûna wan kirin. HDP’a Colemêrgê li dijî tayînkirina qeyûman li pêş avahiya HDP’ê ya bajar daxuyani da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede diyar kir ku binçavkirin û girtina hevşaredarên wan dişibe şanoyê û wiha got: “Ev perdeya dawî ya şanoyê ye. Tayînkirina peyûman li dijî hiqûqê ye. Îro perdeya dawî ya şanoyê hat girtin. Vîna ku gel hilbijartibûn binçavkirin û destê wan li pişt wan kelepçe kirin û şandin girtîgehê. Tu delîlên ku bibe sedema girtinê tune bû. Tenê li ser îfadeya şahidên nepen wekî “endamê rêxistinê” tawanbar kirin û girtin. Hikûmeta AKP’ê her cara dikeve nava tengasiyê êrîşî der û dorê dikin. Îro faşîzma AKP-MHP’ê hatiye rawestgeha dawî û temenê wê hindik maye. Tayînkirina qeyûman li dijî vîna gel darbe ye.”

Bi srûda îstîklalê ketin şaredariyê

Dede ev tişt jî anî ziman: Wekî ku têkeve axa welatekî din bi sirûda îstiklalê dikevin avahiya Şaredariya Colemêrgê. Hewl didin hişê ‘Fetîhê’ ava bikin. Wekî ku fetih kiribin. Berê jî qeyûm tayîn kirin ka çi bû? Bi sedan salan e mafê mirovan li ser vê axê tê binpêkirin. Wekî mêtîngeran nêzî gel bûn. Cîhan Karaman, Remziye Yaşar û Îrfan Sari hatibin girtin jî dîsa şaredarên me ne û vîna gelê Colemêrg û Geverê ye.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar