Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bihayê ava vexwarinê ji 2 lîreyan derxist 6 lîre û 25 qurîşan
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku waliyê bajar e Mûstafa Yaman, bihayê ava vexwarinê zêde kir. Desteya Giştî ya Îdareya Av û Qenalîzasyonan a Mêrdînê (MARSÛ) pêk hat. Piştî tayînkirina qeyûmê rêveberiya MARSÛ’yê ji ewilî ava vexwarinê û bedêla ava bermayiyî biha kir.
Heta niha şêniyên bajêr ji bo metrekupa ava vexwarinê 2 lîre didan. Lê êdî bi biryara qeyûm re ev biha weke 6 lîre û 25 qurîşan hate diyarkirin. Şêniyên bajêr ji meha gulanê ya 2020’an heta 31’ê kanûna sala 2020’an li şûna 2 lîreyan, dê ji bo metrekupa avê 6 lîre û 25 qirûşan bidin. MÊRDÎN