Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qeyûm Cûmalî Atîlla 759 milyon lîre dizî kiriye

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla ku îdia dikir ku ‘qirûşek deyn li pey xwe nehiştiye’, derket holê ku 759 milyon û 132 hezar û 565 lîre deyn li pey xwe hiştiye

Qeyûmên ku ji hêla hikûmeta AKP-MHP’ê ve li şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin tayînkirin, hema hema hemû şaredarî şêlandin. Yek ji van şaredariyên ku para xwe ji vê pêla talan û şêlandinê girt jî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye.

Di çarçoveya xespkirina şaredariyan de, Cûmalî Atîlla di 1’ê mijdara sala 2016’an de ji hêla Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê ve weke qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû tayînkirin. Atîlla her çiqas tenê 2 sal û nîvan li ser kar ma be jî, ger gotin di cih de be şaredarî şêland. Tevî vê talanê jî qeyûm Atîlla li ser pankarteke wiha di got; ‘Min tenê yek qirûş deyn li pey xwe nehişt.’ Lê hêjayî bibîrxistinê ye ku qeyûm Atîlla tenê ji bo odeya meqama xwe, 2 milyon û 127 hezar û 725 lîreyên tirk xerc kiribû.

Bêguman talana qeyûm Atîlla tenê bi vê yekê bi sînor nebû. Qeyûm Atîlla her wiha tonek û 600 kîlo kadayif xwar û derket holê ku hema hema şaredarî ji bo her kesî deyndar kiriye. Atîlla, 192 milyon û 795 hezar û 302 lîreyan deynê avê, 38 milyon û 431 hezar û 978 lîre deynê ceryanê, 768 hezar û 290 lîre deynê xebatkaran, 12 milyon û 679 hezar û 231 lîre deynê muteahîdan, mîlyonek û 365 hezar û 734 lîre deynê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê,  3 milyon û 577 hezar û 302 lîre jî deynê SGK û bacê li pey xwe hiştiye.

Deynê krêdiyan ê banqeya bajaran jî 208 milyon û 551 hezar û 166 lîre ye. Qeyûm bi giştî 759 milyon û 132 hezar û 565 lîre deyn li pey xwe hişt. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar