Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Qeyûm dawetên li Wanê jî qedexe kir

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez di bin navê “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” de hezar roj in li Wanê hemû karên civakî û çandî qedexe kiriye. Bîlmez piştî ku li şaredariya bajarê mezin bû qeyûm, vê carê dawetên kurdan jî qedexe kir

Li gorjî nûçeya ANF’ê dawetên ku dawiya vê hefteyê li herêmên cuda yên Wanê pêk hatin bûne hedefa êrîşa polîsên tirk. Wan salên dawî bûye bajarê ku herî zêde qedexe lê tê ragihandin. Wan ne bi destûra bingehîn û hiqûqa gerdûnî lê belê bi erkên walî tê birêvebirin. Li Wanê hezar roj in ku çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin. Di çarçoveya biryara walîtiyê de ku qedexe 15 rojên din dirêj kir, gelek konser û festîvalên ku gelek hunermend tevlî bibin bi rengekî bêhincet hatin qedexekirin. Walîtiya Wanê ku bi rengekî tund dest li daxuyaniyên çapemeniyê yên PD’iyan werdide, hedefa xwe ya nû dawetên bajarê Wanê ye.

Bi bombeyên gazê dest li dawetê werdan

Polîsên tirk destpêkê li komên muzîkê yên li dawetan distirên geriyan û di mijara stranan de ew hişyar kirin. Dawiya hefteya derbasbûyî qîma xwe bi vê yekê jî neanîn û bi helîkopterê bombeya gazê avêtin dawetê.

Polîsên tirk ên li Wanê beriya 3 salan bang li komên muzîkê kiribûn û li emniyetê lîsteya ‘stranên qedexe’ pêşkêşî wan kiribûn û gef li wan xwaribûn ku gotina van stranên di lîsteyê de sûcê propagandayê ye. Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî destwerdana bi gazê ya polîsên tirk dan û gotin, ew ê êrîşa li dijî çand û kevneşopiya xwe qebûl nekin û dawetên xwe her pêk bînin. WAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar