Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qeyûm deynên xwe xist stûyê HDP’ê!

Qeymeqamê Hezexê ya Şirnexê Zafer Sag ku bû cara duyemîn dibe qeyûmê Şaredariya Hezexê, di meha çileyê de tevî Fermdadarê Cendirmeya Serkan Ergîn û Midûrê Emniyeta Navçeyê Îzzet Gunerî civînek bi esnafan re çêkir. Civîn li Eywana Konferansa Şaredariya Hezexê pêk hat. Sag di civînê de deynên şaredariyê xistin stûyê hevşaredarên HDP’î û got ku ji ber van deynan nikarin xizmetekê bikin.

Sag di civînê de ji bo serdema berê li xwe mikur hatiye û deynên kiribûn qebûl kiriye û wiha gotiye: “Deynên rêveberiya beriya hilbijartina herêmî û deynên rêveberiya piştî hilbijartinê hene. Em hewl didin van deynan bidin. Ên piştî hilbijartina herêmî hatin ser kar, li ser bîlboardan deynên şaredariyê daliqandine, lê ev ne rast in. Di 7 mehan de 6.5 milyon deyn xistine stûyê şaredariyê. Çimkî piraniya deynan ne deynine wehdekurt in. Deynên domdirêj in û hatine texsîtkirin. Jixwe ev deyn di dema xwe de dihatin dayîn. Deynên ku ji bo 15 salan hatine texsîtkirin, bêyî ku dema wan bê diyarkirin wekî deyn nîşandan fikreke xirab e.”

‘Me deynê wan teşhîr kir’

Hevşaredar Mûrat Şen ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin ji bo civîna navbirî anî ziman ku heta niha qeyûm ji bo gel tiştek jî nekiriye. Şen diyar kir ku karên ku wan dane ber îhaleyê qeyûm wan dike û wiha got: “Roja înê bi esnafan re civînek çêkirine. Di civînê de behsa deynên me kiriye. Behsa deynên ku me teşhîr kirine, kiriye. Lê bila baş zanibin tiştên em ew teşhîr kirine yên wan in. Me gelek tişt kirine.”

Xizmet tuneye

Şen di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Gelê me dizane me çi kiriye. Dizane me tevî evqas zor û zehmetiyan jî hin proje pêk anîne. Şaredarî ne cihê Fermandarê Cendirmeyan û Midûrê Emniyetê ye. Ev ne civîna esnafan e. Bila baş zanibin, çi dikin bila bikin wê nikaribin me ji gel dûr bixin. Gel bi projeyên me dizane, dizane me çi kiriye. Me çi kiribe pêşî em çûne cem wan û em bi wan şêwirîne. Çi dikin bila bikin lê gel li cem me ye. Em jî li cem gelê xwe ne.”

Her wiha Şen ji bo 6,5 milyon deynê ku qeyûm behsa wê dike jî destnîşan kir ku ji dema qeyûm mayî 3 milyon deynê DEDAŞ’ê hebû û wan ev deyn dane û diyar kir ku ji xeynî vî deynî wan gelek xizmet kiriye, lê belê qeyûm naxwaze van xizmetan bibîne.  ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar