Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Qeyûm erdê şaredariyan weke mulkê bavê xwe difroşin

Qeyûmên Şaredariyên Bajarên Mezin yên Amedê û Wanê dest bi talanê kirine û erdê şaredariyan parsêl bi parsêl difroşin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, wê di 4’ê Nîsanê de 10 parsêlên neguhêzbar ên Şaredariya Bajarê Mezin a navçeya Artemêtê têxe ihaleyê. Tevahiya nirxê van parsêlan ya li Taxa Yenî Camî ya Artemêtê 100,160,571,17 TL’yî ye. Ev parsêlên ku ji 100 milyonî zêdetir in û li herêma peravê ya Artemêtê ye di avahî lêkirin û rantê de xelekek din e.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Mustafa Avci, diyar kir ku ev firotan beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi lez û bez pêk hat û polîtîkaya ihaleyê ya qeyûm ji ANF’ê re nirxand.

Qeyûmê Wanê ihaleya talanê daye destpêkirin

Avci destnîşan kir ku qeyûm di heman demê de mekanîzmayeke talanê ye û got: “Jixwe pênaseyê me ji bo qeyûm, talanker e. Çavkaniyên herêmî yên rêveberiyên herêmî di bin navê hikûmeta navendî de tên talankirin. Ya duyemîn jî, di dema pêş de hilbijartina 14 ‘ê Gulanê heye û xuya ye ev yek wan tirsandiye. Hewl didin her tiştî ji holê rakin. Çi di destan de heye, hewl tê dayîn bê talankirin. Hesabê çiqasî dikarin alîgirên xwe bidin têr kirin, çawa rantê belav bikin, dikin. Di rastiyê de dema ku berjewendiya civak û bajar neyên kirin, her tişt ji xwe re rewa dibînin. Sedema ku hikûmeta navendî bi taybetî qeyûman tayîn dike ew e ku dixwaze rêveberiyên herêmî weke şaxên xwe bibîne û bixebite. Di rastiyê de, eger rêveberiyên herêmî ji bo berjewendiya hikûmeta navendî çavkaniyan seferber nekin an jî alîgiran têr neke, wê wî li wir nehêlin û wê weke qeyûm tayîn nekin.

Li Artemêtê bi taybetî qerax tê talankirin. Di rastiyê de qanûnên parastinê hene, lê qanûn jî tên binpêkirin. Bi rastî jî qanûnên li Tirkiyeyê di bin lingan de ne. Bi biryarnameyên xwe qanûnan jî li gorî xwe pêk tînin.”

Heman talan li Amedê jî heye

Di destpêka hefteya borî de derbarê firotina li Amedê de daxuyanî hat dayîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk û hevşaredar û endamên meclîsên Amedê yên ji wezîfeyê hatin dûrxistin, têkildarî firotina milken şaredariyê ya ji aliyê qeyûman ve daxuyanî dan. Di daxuyaniya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê de hat diyarkirin ku qeyûm beriya hilbijartinê 112 dekar zevî bi 884 milyon TL’yî dane firotin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar