Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Qeyûm ji bo gel qurîşek jî xerc nekiriye

Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken diyar kir ku qeyûm ji bo gel qurîşek jî xerc nekiriye

Di 8’ê kanûna 2016’an de Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariya Yenîşehîra Amedê kiribû. Lêbelê di 31’ê adarê de HDP’ê 62.32 ji sedî deng girtin û şaredarî bi dest xist.

Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya re axivî û bal kişand ser taxrîbatên bi destê qeyûm pêk hatine.

Dîken anî ziman ku piştî wan mazbataya xwe girtiye wan 4 qulûbeyên polîsan ên li ber şaredariyê rakirine. Dîken, anî ziman ku kursî û maseyên li odeya meqamê hatine rakirin û wiha got: “Texrîbatên mezin hene. Avahiya şaredariyê nû ye, lê belê hatiye texrîbkirin. Bi demê re em ê wê bikin wek berê. Xwaringeh veguherandine depoyê.”

Dîken bi bîr xist ku piştî qeyûm wesayîta meqamê ya şaredariyê tahsîsî qeymeqamtiyê kir, bi hinceta “bibenzîn e” wesayît îade kiriye û ew ê 3 wesayîtên din jî bi biryara meclisê dîsa bînin.

Nelirêtiyên qeyûm û AKP’iyan

Dîken diyar kir ku qeyûm pereyên şaredariyê ji bo saziyên din ên dewletê xerc kiriye û wiha got: “Pere hemû ji bo saziyên din ên dewletê hatine xerckirin. 7 milyon lîre pere ji bo Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî hatiye xerckirin. Ji bo miftîtiyê jî bi milyonan pere hatiye xerckirin. Ji bo civîna vekirina Kulliyeya Hamîdiyeyê ku Suleyman Soylû tevlê bûye 3 milyon lîre pere hatiye xerckirin. Ji bo propagandaya hilbijartinê ya AKP’ê, ji bo reklam û organîzasyonan 669 lîre û ji bo ragihandinê jî 105 hezar lîre hatiye xerckirin. Di dema hilbijartina 31’Ê Adarê de ji bo emniyetê bi 34 hezar û 500 lîreyî wesayît hatine kirêkirin.”

Ne ji bo xizmetê ji bo rantê xerc kirine

Dîken anî ziman ku qeyûm ne ji bo xizmetê ji bo rantê pere xerc kirine û wiha got: “28 milyon lîre kredî kişandiye. Piraniya van deynan ji me re hiştine. Ji bo mirovên xizan pere nehatiye xerckirin. Em ê hesabên vê yekê bipirsin. Gelek tişt jî dewr û tahsîs kirine. Ji bo pirsgirêk û meseleyên gel qurîşek jî nehatiye xerckirin.”

 Hevşaredar dê hesab bipirsin

Dîken,diyar kir ku berî ew dest bi xebatan bikin ew ê mal bi mal bigerin û got: “Em ê mal bi mal bigerin û ji gel biprisin. Em ê cîvînên gel çêbikin û bi hev re meseleyan hel bikin. Em ê tevî xebatkarên şaredariyê li cihê cih pirsgirêkan lêkolîn bikin û em ê tevî gel bixebitin.”

Her wiha Dîken diyar kir ku ew ê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ku qeyûm ew dabû sekinandin ji nû ve aktîf bikin û wiha got: “Navenda Jiyanê ya Jinê ku nû hatibû çêkirin ji bo 25 salan tahsîsî qeymeqamtiyê hatiye kirin. Em ê ji bo jinan hin xebatan bidin destpêkirin. Em ê dest bi xebtaên kooperatîfbûyînê bikin. Em ê bazarên semtî yên jinan ava bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar