PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Qeyûm li Hezexê amadekariya çûyînê dike

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê piştî pêla bayê HDP’ê geş bû, bi nêzîkbûna hilbijartinê re qeyûm blokên betonê yên li dor şaredariyê kom kiribûn, hêdî hêdî radike û amadekariya çûyîna xwe dike

Ji hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê re 15 roj man. Beriya hilbijartinê hemû partî xebatên hilbijartinê li tax, kolan û gundan berdewam dikin. Şaredariyên ku li bakurê Kurdistanê di destê DBP’ê de bûn û deriyê wan bi şev û roj ji gel re vekirîbûn, piştî qeyûm hat tayînkirin dora başedariyan bi blokên betonê dorpêç kirin û li ber deriyê her şaredariyê polîsên bi çek kirin nobedar. Piştî AKP’ê dest danî ser şaredariyan û qeyûm tayîn kir, ketin û derketina mirovan a şeredariyan di bin kontrola polîsan de pêk dihat. Lê piştî hilbijartin nêzîk bû ji bo bertekên gel ên li hemberî xwe kêm bikin, li aliyeki zexîre belav dikin, li aliyekî rêyên hatine xerakirin pîne dikin, li aliyê din jî dixwazin deriyê şaredariyan ji gel re vekin û blokên beton rakin.

Li navçeya Hezexê yê Şirnexê ku berê şaredarî di destê DBP’ê de bû, bi fermana Wezîrê Karên Hundir di 21’ê îlona 2016’an de Hevşaredarên DBP’ê yên Hezexê Mehmet Muhdî Arslan û Nevîn Gîrasun ji peywirê hatin girtin. Piştî qeyûm tayîn kirin dora şaredariyê bi blokên beton dorpêç kirin û polîs danîn ber deriyê şaredariyê. Niha piştî hilbijartina 31’ê adarê nêzîk bû, qeyûm dest bi rakirina blokên beton dike.

Li navçeyê coşa HDP’ê zêde ye

Niha li Hezexê herî zêde bayê HDP’ê geş bûye. Li dijî namzetê AKP’ê yê qeyûm, herî zêde xwedîderketin û coşa li hemberî namzetên HDP’ê yên hevşaredar Murat Şen û Songul Erden zêde ne. Bi nêzîkbûna hilbjartinê re, ji ber ku bayê HDP’ê zêde geş e, AKP’ê dest bi amadekariya koçkirinê kir. Li aliyekî blokên beton radike, li aliyê din jî alên tirk ku bi şaredariyê daliqandibû rakir. Dîsa maşîneyên polîsan û bendên polîsan jî rakir. Welatîyan diyar kir ku AKP û qeyûm dizane dê têk biçe ji niha ve amadekariya çûyinê dike.

Mal û milkên şaredariyê parve kirin

Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Hezexê Murat Şen diyar kir ku qeyûm ji ber dizane dê winda bike ji niha ve amadekariya çûyînê dike.

Şen anî ziman ku piştî qeyûmê tayînê şaredariyan kirin, gelek mal û milkê şaredariyê li şirîk û hevkarên xwe parve kirin û ew dê nelirêtiyê piştî hilbijartinê bi gel û raya giştî re parve bikin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar