Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Qeyûm li ‘meydanê’ milet perîşan kir

Li Wanê 8 meh in bi hinceta “tadîlatê” bazara heywanan ji aliyê qeyûm ve hatiye girtin. Sewalvan nikarin biçin bazarê, li derve li der û dorên rê sewalên xwe difiroşin. Sewalvanan diyar kir ku qeyûm milet perîşan kir

Li Wanê, qeyûm bi hinceta “tadîlatê” bazara hsewalan girtibû, lê belê 8 meh in nehatiye vekirin. Sewalvan, li Taxa Bostanîçî ya navçeya navendî Îpekyolûyê li ser rêya ku rojê bi sedan wesayît tê re diçin û tên sewalên xwe difiroşin.

Sewalvanan bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kirin ku ji ber qedexekirina zozanan û buhabûna kayê êdî nikarin sewalvaniyê bikin. Sewalvanan, destnîşan kir ku hikûmet dixwaze bazara wan bike amûra hilbijartinê û ji ber vê her diçe rewşa wan xirabtir dibe.

Mûrat Başar ji Ajansa Mezopotamya (MA) axivî û wiha got: “Em meydanê dixwazin, lê meydan tune. Em li dora keviran, zinaran sewalan bar dikin. Ev yek zirarê dide sewalan. Kapek, êm, lêçûn hemû ji bêrîka me çûn. Em sewalvan perîşan bûne. Em sewalan dikirin, lê nikarin bifiroşin. Êdî em jî nizanin em ê çi bikin.” Başar, polîtîkayên hikûmetê rexne kirin û xwest demildest bazara wan bê vekirin.

Habîp Borazan ku 20 sal in sewalvaniyê dike, anî ziman ku hikûmet dixwaze bazara wan bike amûra hilbijartinê û got: “Hilbijartin nêz bûye, li bendê ne. Wê beriya hilbijartinê vebikin û hewl bidin me bixapînin, lê em ê naxapin. Ger şaredarî di destê me de bûna wê halê meydanê ne ev hal bûna. Me yê heywanên xwe li nav rê nedana sekinandin.”

Bûrhan Erdek ku 30 sal in sewalvaniyê dike, destnîşan kir ku ji ber ew ji mecbûrî sewalvanên xwe li ser rê didin sekinandin, gelek caran wesayît li wan diqelibin. Erdek got: “Hema aliyekî bazarê jî vekirina me yê sewalên xwe bibirana wir. 8 meh in meydan girtiye. Tim dibêjin ji ber tadîlatê. Ji bo vebikin li benda hilbijartinê ne. Wê beriya hilbijartinê vebikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar