Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Qeyûm malên şaredariyê radestî saziyên dewletê kiriye

Qeyûmê rejîma AKP’ê tevî ku Şaredariya Cizîrê xiste bin 260 milyon lîreyî deynan, malên şaredariyê yên bi milyaran lîreyî radestî saziyên dewletê kir

Li Kurdistanê piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê lêçûnên qeyûm li şaredariyan kir tên lêkolîn. Yek ji şaredariyên ku dema ji aliyê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ve dihate birêvebirin bi destê qeyûm hate desteserkirin Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ye. Li gorî lêkolînan, beriya ku qeyûm li şaredariyê bê tayinkirin 32 milyon TL di qaseya şaredariyê de hebû lê belê di dema qeyûm de şaredarî bi 260 milyon TL’î kete bin deynan.

Her wiha aşkera bû ku tevî vê yekê malên şaredariyê yên ji milyaran lîreyî jî bi rengekî bêpere radestî saziyên dewletê hatine kirin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig li dijî vê radestikrina bêhiqûqî rawestiya. Zirig anî ziman ku qeyûm xisareke mezin li şaredariyê kir û got, ya ku qeyûm kir hewldana ji bo tunekirina şaredariyê bû.

Zirig malên şaredariyê yên bi rengekî bêpere hatin radestkirin bi bîr xist û wiha got: “Avahiya me ya şaredariyê radestî qeymeqamiyê hatiye kirin. Gelo mirov çawa dikare saziyeke gel radestî xwe bike. Gelek mînakên din ên îronîk hene; qeyûm qesabxaneya ku ji bo xizmeta ji gel re hate avakirin radestî Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî kiriye. Me fêhm nekir çi eleqeya saziyeke perwerdeyê bi qesabxaneye heye.”

Zirig diyar kir ku qada Cûmhûriyetê ku li Cizîrê qada destpêkê û yekane ye, radestî Midûriyeta Emniyetê hatiye kirin û destnîşan kir, wê qadê bikin qereqol. Zirig wiha got: “Bi kurtasî qeyûm bi rengekî li dijî destûra bingehîn sûc kir. Ji bo tunekirina şaredariyê derbeyek kiriye.” ŞIRNEX 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar