Navenda Çandê ya Cegerxwîn ku tê îdakirin dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Gel hat kirin, tê valakirin
Navenda Çandê ya Cegerxwîn ku girêdayî Şaredariya Peyasê yê Amedê ye tê îdakirin ku tahsîsî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Gel hatiye kirin. Navenda Çandê du roj berê ji aliyê qeyûm ve hatibû talankirin û alavên teknîkî hatibûn rûxandin. Piştî hilbijartinê yanî îro jî eşyayên li Cegerxwînê hatin derxistin û li kamyonan bar kirin. Sedemê barkirina van eşyayan nehat zanîn. AMED