Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, li kuçe û kolanên taxa Cûmhûriyetê ku mehek berê parkeyan li wan danî, xebat da destpêkirin. Komên şaredariyê bi kemçeyan parkeyên ku danibûn tev kom kirin û li qamyonan bar kirin. Hat diyarkirin ku dê şaredarî dîsa parqeyan li kuçe û kolanan deyne.
Qeyûmê navçeyê Huseyîn Çam, xebatên ku di serê meha îlonê hatibûn kirin di cih de şopandibû û wêneyên xwe kişandibûn. MÊRDÎN