Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Qeyûm pereyê gel xistiye xizmeta leşker û polîsan

Navenda Nûçeyan |

Şaredariya Sûr a Amedê di hilbijartina 31’ê adarê de careke din ketibû destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Lê wezareta karên hundir bi biryarekê qeyûm li Şaredariya Sûriyeyê tayîn kir û qeymeqamê navçeyê Abdullah Çîftçî jî weke qeyûm destnîşan kiribû. Lê bi tayînkirina qeyûm re li şaredariyê careke din nelirêtî dest pê kirin. Qeyûmê ku divê ji civakê re xizmetê bike, careke din şaredarî xist xizmeta saziyên dewletê.

Li gorî lêkolînan, qeyûmê Sûrê di nava du sal û nîvan de ji sê banqeyên taybet û cemaweriyê 151 milyon û 743 hezar û 819 lîre deyn kiriye. Bi vê yekê re jî şaredarî xistibû bin barekê giran ê deynan. Piştî ku hevşaredarên Sûrê dest bi kar kirin dîtin ku tevî ewqas deynan jî tenê di qaseya şaredariyê de 6-7 hezar lîre mane.  Li gorî lêkolînan, çavkaniyên şaredariyê bi awayeke rast rast an jî bi rêya îhaleyên ne li rê, hatine pûçkirin. Derket holê ku gelemperiya van çavkaniyan ji bo saziyên dewletê hatine xerckirin.

Li gorî lêkolînê çend nelirêtiyên qeyûm Çîftçî wiha ne:

* Ji bo Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê û ji bo miftîtiyê 6 milyon û 25 hezar û 169 lîre pereyê şaredariyê xerc kiriye.

* Ji bo Midûriyeta Emniyetê ya Sûrê û ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Sûrê jî pereyên şaredariyê hatine xerckirin. Derket holê ku qeyûm Çîftçî ji bo tabelayên fermandariya cendirmeyan, di 26’ê kanûna 2017’an de 4.012.00 lîre pere dane Gelîşîm Tîcaretê. Ji bo stûnkên alayê yên Qereqola Cendirmeyan a Mermerê jî di 17’ê tebaxa 2018’an de 76.700.00 lîre pere dane ‘Muratsan Bayrak Dîrek Sîstemlerî San. Tic. Ltd. Şti’ yê.

* Qeyûm Çîftçî ji bo kamerayên ewlehiyê yên Qereqola Cendirmeyan a Ozekliyê jî 19.881.00 lîre xerc kiriye û ji bo qereqolê bi 23.600.00 TL’yan jî du heb prefabrîk kirine.

* Ji bo polîsên taybet ên tev li êrîşa dagirkirina Efrînê bûn jî hezar heb powerbank kirine û ji bo wan 79.06.00 lîre pereyê gelê Amedê xerc kiriye.

* Bi bûhayê 6.000.00 lîreyan jî ji bo noqteya polîsan konteynirek û ji bo emniyet û fermandariya cendirmeyan jî bi bûhayê 11.941.00 lîreyan ji bo polîsên tarfîkê yên maket û wesayîta cendirmeyan a maket kirîne.

* Qeyûm êzingên noqteya kontrolê ya polîsan jî ji qaseya şaredariyê kirine. Ji bo vê jî 22.811.00 lîre pereyê şaredariyê xerc kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar