Bi feraman Wezareta Karên Navxweyî, Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay duh hat girtin û Qeymeqamê Pasûrê wek qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê hat kirin
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî, Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay bi îdiaya têkiliya wan bi teqîna Pasûrê ya di 12’ê îlonê de qewimî heye duh ji aliyê Dadgeha Pasûrê ve hatin girtin. Wezaretê li şûna hevşaredaran Qeymeqamê Pasûrê Mustafa Gozlet wek qeyûm tayînî Şaredariya HDP’ê ya Pasûrê kir.
Bi tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên HDP’ê hejmara şaredariyên ku hatine xespkirin derket 4’an. AMED