Piştî Hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz binçav kirin îro qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê kirin. Polîsan serê sibê avahiya şaredariyê dorpêç kirin û destû nedan endamên meclisê têkevin şaredariyê
Serê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê ya Amedê kirin. Polîsan duh Hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz binçavkirin. Îro jî polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin û qeyûm tayîn kirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin destûr nedan ku endamên meclisê têkevin avahiya şaredariyê. Dorpêça polîsan a şaredariyê didome. AMED