Wezirê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya HDP’ê ya Qoserê kir
Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya Qoserê ya Mêrdînê kir û Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elik Yilmaz ji peywirê girtin. Li şûna Elik Yilmaz qeymeqem Huseyîn Çam wekî qeyûm hat tayînkirin. HDP’ê di 31’ê adarê de li Qoserê ji sedî 70.45 deng stendinbû.
Heta niha Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ên Wan, Mêrdîn, Amed, şaredariya Colemêrgê û şaredariyên navçeyên Pasûr, Qereyazî, Karaz, Bismil, Peyas, Erdîş, Serav, Gever, Cizîr, Nisêbînê û herî dawî jî tayînî Qoserê kirin. MÊRDÎN