Karmendên şaredariyê wek qeyûm tayînî şûna 4 endamên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê yên ji wezîfeyê hatibû dûrxistin kirin
Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî 4 endamên Meclisa Şaredariya Artemêtanê ya Wanê ji pêywirê hatibûn dûrxistin. 4 karmend wekî qeyûm tayînî şûna endamên meclisê hatin kirin. Li şûna Hevşaredar Medenî Ozen Midûrê Çandiniyê yê Navçeyê Ercan Karahan, li şûna Savaş Encu Alîkarê Serokşaredar û Midurê Karên Nivîsan Vedat Îllî, li şûna Atiye Şen jî Midurê Zabiteyan Abdullah Ekîncî û li şûna Sevînç Şeker jî Midurê Îmarê yê Şaredariyê Nevzan Îlhan hatin tayînkirin. WAN