Li Wanê, otobusên xizmeta gel dikin, ji bo 10 salan li ser esasê xwemalîkirine, derxistin îhalê. Encumenên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye, di 24’ê Îlona 2020’an de û bi biryara hejmara 270’iyan, xeta 60 otobusên plakeyên (H) ku li navenda bajêr xizmeta gel dikin, rêwiyan dibin û tînin, wê bi rêya îhalê bidin kirê.
Qeyûm hewl dide bi vê îhaleyê, otobûsên gel takekesî bike.
Îhaleya ku bi Awayê Teklîfa vekirî bê kirin, dê 14’ê cotmehê saet 10.30’an, li Salona Navenda Çandê ya aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bê lidarxistin. WAN