Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Qeyûm zilme û têkoşîna li dijî zilmê jî rewa ye’

Li Amed û Wanê ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman di roja 46’emîn de jî bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de qeyûm weke zilmê hatin pênasekirin û hat gotin ku têkoşîna li dijî zilmê jî mafekî rewa ye

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Wanê daye destpêkirin, berdewam in. Di vê çarçoveyê de bi tevlêbûna gelek kesan li Amed û Wanê çalakî hatin lidarxistin.

Di roja 46’emîn de jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, endamên Meclisa Jinên Ciwan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Federasyona Komeleyên Başûrê Rojhilat a Anatoliyayê û gelek welatiyan, li Kolana Lîseyê ya Yenîşehîr a Amedê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê girseyê serokê giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî axivî û bal kişand ser ayetên Qur’anê. Aşitî anî ziman ku gelê kurd ji derveyî mafên xwe yên mirovî, tu tişteke din naxwaze û wiha berdewam kir: “Ji ber vê em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Ji bo ku em bi ser bikevin divê em xwedî li vîna xwe derkevin. Tayînkirina qeyûman, binpêkirina vîna gelê kurd e. Heya ku em vîna xwe paşve bigirin, em ê qadan neterikînin.”

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

Çalakiya li Wanê

Li Wanê jî bi beşdariya parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç û Muazzez Orhan, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan li ber avahiya HDP’a Rêya Armûşê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de girseyê dirûşm berz kirin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.

‘Qeyûm zilm e’

Di çalakiyê de hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci axivî û qeyûm weke zilmê pênase kir. Avci anî ziman ku berxwedana li dijî zilmê mafekî rewa ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşîna me ne tenê li dijî pratîka qeyûman e. Di heman demê de li dijî hemû kesên ku hewl didin pêşeroja Tirkiyeyê tarî bikin e. Em ji bo siberojeke ronî, ji bo demokrasî, biratî, aştî, maf û azadiyê têdikoşin. Sekna li dijî qeyûman, sekneke bi rûmet e. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan jî girseyê dirûşm berz kirin, striyan û bi xwendina helbestan dawî li çalakiya xwe anîn. AMED-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar