Bi fermana wezareta karên hundir, di 23’yê nîsanê de li Şaredariya Êlihê ku di destê HDP’ê de bû, qeyûm hate tayînkirin. Qeyûm weke karê destpêkê, li ser malpera şaredariya beşa zimanê kurdî rakir. Bêguman qeyûm bi vê jî bisînor nema û niha jî zimanzan, nivîskar û wergêrê kurd Zana Farqînî ji kar avêt.
Têkildarî mijarê Zana Farqînî axivî û wiha got: “Ez li destûra îdarî bûm. Di destûrê de hîn bûm ku ji kar hatime avêtin. Li gel min, 2 kesên din jî hatine avêtin. Di 3’yê nîsanê de jî ji min re ragihandin. Ev yek darbeyeke li dijî ziman, çand û hunera kurdî ye.” ÊLIH